Şêniyên Minbicê du şehîdên xwe oxir kirin

Şêniyên Minbicê cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Tirkî Himêdî û şervanê Meclisa Leşkerî  ya Minbicê Mihemed El-Ehmed li Goristana Şehîdan spartin axê.

Şêniyên Minbicê du şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên Minbicê du şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên Minbicê du şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên Minbicê du şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên Minbicê du şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên Minbicê du şehîdên xwe oxir kirin
Şêniyên Minbicê du şehîdên xwe oxir kirin
18 hezîran, 2021   17:09
MINBIC

Bi sedan şêniyên Minbicê cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ehmed El-Ehmed (Aram) yê ku 17'ê Hezîranê li ser erka xwe şehîd bû û şervanê Erka Xweparastinê Tirkî Himêdî bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Minbicê veşartin.

Şêniyan cenazeyê şehîdan ji pêşiya nexweşxaneya Firatê wergirtin û bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîdan ve çûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin û torana leşkerî ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê dest pê kir. Piştre Berdevkê Fermî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş axivî û got: "Em li welatekî û li ser axekê dijîn ku ji bo azadiyê hîna pêwîstiya wan bi xwîna heye. Hîna dijmin li derdora me hene û dema ku têk diçin, bi rêbazên cûda dixwazin tevliheviyê li vî welatî çêbikin."

Derwîş anî ziman ku erka wan şopandina rêya şehîdan ta pêkanîna ewlehiyê ye û got: "Dema em bighêjin çareseriyeke siyasî ji bo tevahî Sûriyê wê demê erka me bi dawî dibe, lê madem alozî û dagirkerî hîne hene, em ê xebata xwe bidomînin heya ku gelê xwe bighînin ewlehiyê."

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş di dawiya axaftina xwe de got: "Her yek xwedî berpirsyartî û maf e, yên ku banga maf dikin divê erka xwe jî bi cih bînin. Yên herî dawî ku bi navê gel, ewlehî û aramiya vê welatî biaxivin rejîm û alîgirên wê ne û yên her dawî yên ku behsa azadî û rûmetê bikin jî çeteyên Tirkiyê ne."

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Rebîh Îzedîn jî got: "Bêyî fedekariyên şehîdan tu netewe nikare bi azadî û rûmet bijî. Şehîd mertalên ku planên dijmin û êrişkaran têk birin û berdêlên giran dane da ku em bi aştî bijîn."

Di berdewama merasîmê de, bi nav Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê Hevseroka Meclisa Rêveber a Minbicê Nûra El-Hamid jî banga xwedîderketina li keda şehîdan kir û wiha got: "Ji bo wefedariya bi xwîna şehîdan divê em bi dilsozîr û bi xurt kar bikin da ku bajarê Minbicê ava bikin û êriş û komployên li ser vî bajarî têk bibin. Her çiqas em yek bin em ê karibin serkeftinan pêk bînin."

Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Cemîla Îbrahîm ve hatin xwendin û radest malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên her du şehîdan di nava diruşme û tîlîliyên dayikan de hatin veşartin.

ANHA