Li Şehbayê berxwedana gerîlayan hate silavkirin

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê û guhertina demgorafiya Efrînê bi meşekê li navçeya Ehdasê ya Şehbayê hatin şermezarkirin.

18 hezîran, 2021   18:46
ŞEHBA

Bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê, Wargeha Penaberan Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê, guhertina demografya Efrînê, her wiha ji bo piştgiriya berxwedana gerîlayan, Desteya Çand û Hunerê ya herêma Efrînê û Tevgera Çand û Hunerê meşek li navçeya Ehdasê ya Şehbayê li dar xist.

Meş bi diruşma "Li dijî dagirkerî û xiyanetê meşa rûmetê" hate lidarxistin. Bi sedan endamên Tevgera Çand û Hunerê û Tevgera Kevana Zêrîn bi cilên xwe yên foklorî beşdarî meş bûn.

Meşvanan wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên Tevgera Çand û Hunerê, Kevana Zêrîn, pankartên " Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin û azadî û edaleta demokratîk pêk bînin", "Barzanî qêrîna dayik û zarokên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji bîr kiriye", "Na ji guhertina demografiya Efrînê re" û "Li dijî dagirkerî û xiyanetê meşa rûmetê" hildan.

/ar/uploads/files/2021/06/18/180733_kwnah-mstfa.webp

Meş ji pêşiya navenda Tevgera Çand û Hunerê ya navçeya Ehdasê ber bi qada sereke ya nêzî stasyona tirênê ya navçeyê ve dest pê kir. Di meşê de bê navber diruşmên silavkirina berxwedana gerîla û Bexwedana Serdemê hatin berzkirin.

Meş li qada nêzî stasyona tirênê rawestiya û mîtîngeke hate lidarxistin. Mîtîng bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Bi navê Tevgera Çand û Huner û Tevgera Kevana Zêrîn Gunay Mistefa axivî û diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişên ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şikandina îradeya gelên azadîxwaz e.

Gunay Mistefa diyar kir ku dewleta Tirk piştî ku li çiyayê Garê têk çû berî da çiyayên Metîna û Avaşînê û wiha domand: "Li Kurdistanê bi dehan komkujî li dijî kurdan pêk anîn, li Rojava, bi taybet herêmên dagirkirî binpêkirinan li djiî tevahî pêkhateyan pêk tîne."

Mistefa tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û berxwedana girtîgehan silav kir.

Mîtîng bi diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.

ANHA