Meclisa Malbatên Şehîdan 92 şehîdên Hezîranê bi bîr anîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo ji bo bîranîna 92 şehîdên meha Hezîranê li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan merasîmek li dar xist.

Meclisa Malbatên Şehîdan 92 şehîdên Hezîranê bi bîr anîn
Meclisa Malbatên Şehîdan 92 şehîdên Hezîranê bi bîr anîn
Meclisa Malbatên Şehîdan 92 şehîdên Hezîranê bi bîr anîn
Meclisa Malbatên Şehîdan 92 şehîdên Hezîranê bi bîr anîn
Meclisa Malbatên Şehîdan 92 şehîdên Hezîranê bi bîr anîn
Meclisa Malbatên Şehîdan 92 şehîdên Hezîranê bi bîr anîn
Meclisa Malbatên Şehîdan 92 şehîdên Hezîranê bi bîr anîn
17 hezîran, 2021   18:08
QAMIŞLO

Di merasîma bîranînê de malbatên şehîdan, endamên Rêveberiya Xweser, TEV-DEM, şêniyên Qamişloyê û hêzên leşkerî beşdar bûn. Şehîdên ku hatin bîranên di salên cûda de di meha Hezîranê de şehîd bûbûn, ew şehîdên ku hatin bîranîn cihê xwe di nava tevgera azadiyê û şoreşa 19`ê Tîrmehê de girtibûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Wejdî Betê axivî û berxwedana li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tê pîroz kir û da zanîn ku gortistana şehîdan rûmet û nasnameya wan e.

Wejdî Betê da xuyakirin ku yê rêya şehîdên rizgariya Kurdistanê neşopîne nabe ku behsa neteweya Kurd bike.

Her wiha endama Kongreya Star Roza Tolhildan axivî û hemû şehîdên tevgera azadiyê bi bîr anî û diyar kir ku rojên ku tê re derbas dibin rojên dîrokî ne û ji bo ew bikaribin bi rastî bibin bersiveke xurt wek ku şehîdan wan ew fêr kirine divê ew têkoşîn û berxwedanê li hember êrişan bilind bikin û wiha dewam kir: "Di şexsê heval Sema û Zîlanan de ku dîrokeke têkoşînê li paş hiştin û fêrî me kirin, divê dijminê me çiqasî hov be pêwîst e em têkoşînê li hember dijmin bilind bikin.."

Merasîm bi sloganên "şehîd namirin" bi dawî bû.

(sb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/H7Yzm5Jy3vI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>