​​​​​​​Şêniyên Hesekê: Divê civaka navneteweyî destwerdanê bike û êrişên dagirkeriyê rawestîne

Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê û gundewarên wê daketin qadan û êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê ya li hemberî van êrişan şermezar kirin, her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku destwerdanê bike û dawî li êrişên hovane yên APK`ê bîne ku li ser tevahiya gelê Rojhilata Navîn xeteriyê çêdikin.

​​​​​​​Şêniyên Hesekê: Divê civaka navneteweyî destwerdanê bike û êrişên dagirkeriyê rawestîne
​​​​​​​Şêniyên Hesekê: Divê civaka navneteweyî destwerdanê bike û êrişên dagirkeriyê rawestîne
​​​​​​​Şêniyên Hesekê: Divê civaka navneteweyî destwerdanê bike û êrişên dagirkeriyê rawestîne
​​​​​​​Şêniyên Hesekê: Divê civaka navneteweyî destwerdanê bike û êrişên dagirkeriyê rawestîne
​​​​​​​Şêniyên Hesekê: Divê civaka navneteweyî destwerdanê bike û êrişên dagirkeriyê rawestîne
17 hezîran, 2021   17:25
HESEKÊ

Girseya gel li pira Miftî ya taxa Til Hecer kom bûn û alên YPJ, YPG û Kongreya Star rakirin û sloganên"Bijî berxwedana gerîla û na ji dagirkeriya Tirk re" berz kirin.

Meş li Çerxerêya Şehîd Serhed veguherî mîtîngê û li wir deqeyeke rêz hat girtin,  piştre Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer Ebdullah axivî û got: "Dewleta Tirk û hikumeta wê AKP`ê ji destpêka şoreşa Sûriyê ve roleke mezin di belavkirina xerabî û wêraniya li herêmê de lîstin."

/ar/uploads/files/2021/06/17/164812_smr-alabd-allh.webp

Semer Ebdullah ev li gotina xwe zêde kir: "Dagirkeriya Tirk li çiyayên Kurdistanê fitne derxistin û êrişî herêmên Başûrê Kurdistanê kir, nexasim kampa Mexmûrê ku sivîlên ji ber hovîtiya wê reviyane lê dimînin."

Semer Ebdullah di dawiya gotina xwe de kiryar û siyaseta dewleta Tirk şermezar kir û bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî êrişên hovane yên hikumeta AKP`ê bisekine, ji ber ku li ser tevahiya gelê Rojhilata Navîn xeteriyê çêdike.

Meş bi berzkirina sloganên"Bijî berxwedana gerîla û na ji dagirkeriya Tirk re" bi dawî bû.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2YPqirgtxNM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>