Li Avaşîn û Metînayê 7 leşkerên dagirkeriya Tirk hatin kuştin

Di çalakiyên gerîlayên gerîla yên dawîn de li herêmên Avaşîn û Metînayê 7 dagirker hatin kuştin, her wiha mewziyek û kamerayeke mobeseyê jî hatin îmhakirin.

Li Avaşîn û Metînayê 7 leşkerên dagirkeriya Tirk hatin kuştin
17 hezîran, 2021   11:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk daxuyaniyek da û ev agahî hatin parve kirin:

“Hêzên me yên YJA Starê di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

16ê Hezîranê saet 05:20'an li qada Şehîd Bêrîtan a li Girê Koordîne li dijî dagirkeran çalakiya gerîla ya bi koordîne hatiye kirin. Pêşî; mewziya ku dagirker tê de bûye hedef û derb lê hatiye xistin. 3 dagirkerên di vê mewziyê de hatine tinekirin û mewzî bi temamî hatiye rûxandin. Piştre kamera li ser gir bûye hedef û hatiye îmhakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê;

14'ê Hezîranê saet 12:40'an li qada Kêstê li dijî wan dagirkeran ku xwsestin li tûnelên şer bi cih bibin çalakî hatiye kirin. Di vê çalakiyê de 1 dagirker hatiye cezakirin, 1 dagirker jî birîndar bûye.

16'ê Hezîranê li Tengava Milîtanê dagirkeran dema ku hewl dida pergala radarê deynin hêzên me ew kirine hedefa xwe. Di vê çalakiyê de 1 dagirker hatiye cezakirin, 1 jê birîndar bûye.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

16'ê Hezîranê saet 13:40'an li sirtên Kanî Gayê dagirker hatine kontrolkirin. Li dijî van dagirkerên ku ketine ber kontrola gerîla de çalakî hatiye kirin. Di vê çalakiyê de berbiçav bi kêmanî 2 dagirker hatine cezakirin.

Li qadên Avaşîn, Metîna û Zapê tevgera helîkoptêran çêbûye û bi helîkoptêrên êrişê û qereqolên li ser sînor qad bi obûs û hawanan hatiye bombekirin.

Berfirehiya êrişan wiha ye;

16'ê Hezîranê saet di navbeyna 21:00-00:00'an de li qada Mamreşo, Mervanos, Girê Silêman, Girê Spî û Banîsta livûtevgera helîkoptêran çêbûye. Dagirkerên li vê qadê bi helîkoptêran bi hev hatine guhartin. Her wiha saet 00:00'an Girê Sor û Girê Şehîd Întîkam bi helîkopterên êrişan hatine bombekirin.

16'ê Hezîranê di navbeyna saet 21:00-23:00'an de li herêma Metîna li dehma Girê Şehîd Çiya û Tengava Milîtan livûtevgerya helîkopteran çêbûye.

16'ê Hezîranê saet di navbeyna 22:30 û 00:30'î de li herêma Zapê li qada Cîloyê Biçûk liv û tevgera helîkopteran çêbûye.

16'ê Hezîranê saet 00:30'an û 17'ê Hezîranê saet 05:40'î qereqolên li ser sînor qada Çemço ya herêma Zapê dane ber obûs û hewanan.”