Şerê di navbera Şamê û çeteyên dewleta Tirk de didome

Di  hefteya duyemîn de, şerê navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk berdewam in. Di vê çaroveyê de, hêzên hikumeta Şamê gundewarên Idlibê topbaran kir. Di encamê de 2 çeteyên Tehrîr El-Şam hatin kuştin.

Şerê di navbera Şamê û çeteyên dewleta Tirk de didome
17 hezîran, 2021   10:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Şamê vê sibehê bi moşkan herêmên Ihsim, Bare, Eblîn, Belşon, Cozif, Ebdîta, Erneba, Fitêra, Filêfil, Binîn û Sefhon ya beşa başûr a gundewarên Idlibê topbaran kir.

Di encama topbarana li dijî Ebdîta de 2 çeteyên Tehrîr El-Şam hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Her wiha hêzên hikumeta Şamê vê sibehê erebeyek sivîl bi moşkan li rojhilatê El-Zeyadiyê ya Sehil Xab kirin armanc û di encamê de erebe şewitî.

 (dm)