Qeys El-Xizelî: Dewleta Tirk hew dide axa Iraqê dagir bike û tevlî xaka xwe bike

Sekretêrê Giştî yê Esab Ehil El-Heq Qeys El-Xizelî got armanc ji êrişên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê ku herêmên bakurê Iraqê dagir bike û tev li xaka Tirkiyê bike.

Qeys El-Xizelî: Dewleta Tirk hew dide axa Iraqê dagir bike û tevlî xaka xwe bike
17 hezîran, 2021   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekretêrê Giştî yê Esab Ehil El-Heq Qeys El-Xizelî di hevdîtinekê de li ser kenala El-Ehid a Iraqê de bi boneya damezirandina Heşid El-Şabî de behsa êrişên dewleta Tirk û armancên wê kir.

El-Xizelî di axaftina xwe de wiha got: "Êrişên dewleta Tirk ne weke yên berê ne. Armanca wan ku herêmên bakurê Iraqê (Başûrê Kurdistanê) bi temamî dagir bike da ku tev li sînorê dewleta Tirk bike û ev jî projeya xewna Sultanê Osmanî ye."

 (bx)