Li gorî aknetekê asta piştgiriya bi Erdogan re kêm dibe

Hezkiriyên Erdogan ji ber siyasetên wî yên çewisandinê û yên nekêrhatî her ku diçin kêm dibin. Li gorî anketeke nû gelek hezkiriyên Erdogan dev ji piştgiriya xwe bi Erdogan re di hilbijartinên bê de berdidin û ev yek berdewam e.

Li gorî aknetekê asta piştgiriya bi Erdogan re kêm dibe
17 hezîran, 2021   10:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya Cumhuriyet a Tirk a muxalif şirketa ORC ya nêzî AKP`ê anketeke nû çêkir.

Di ankêtê de pirsek der barê helwesta hemwelatiyên Tirk ji hilbijartinên bê de çi ye û dê Erdogan hilbijêrin an na hat pirsîn. Di anketê de ji sedî 44.2 gotin na û ji sedî 42 gotin erê.

Ji sedî 47.5 yên ku tev li anketê bûne, diyar kirin ku aborî ji girîngtirîn pirsgirêkên Tirkiyê ye. Ji sedî 16.5 jî gotin bêkarî, ji sedî 13.2 jî gotin vîrusa koronayê, ji sedî 6.4 gotin perwerde, ji sedî 4.1 gotin teror, ji sedî 2.8 jî gotin penaber û ji sedî 7.1 gotin pirsgirêkên din dibin sedem ku aboriya welêt paşde biçe.

Rêjeya kesên li dijî ji nû ve vekirina kanala Stanbolê der ketine ji sedî 41 bû û piştevanên wê ji sedî 38.1 bû. Her wiha ji sedî 74.9 jî ji kesên tev li anketê bûne bi "Na" bersiva vê pirs da: Gelo baweriya we bi dadgeha Tirkî heye lê na?

Ji anketên berê û ya niha diyar dibe ku rewşa Tirkiye li ser tevahiya astan ne baş e nexasim warê aborî.

 (şx)