Komîteya Jinan a PYD`ê bang li PDK`ê kir: Nebe alîgirê dewleta Tirk

Komîteya Jinan a PYD`ê bi daxuyaniyekê hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û da zanîn ku girtina nûnerên PYD`ê li Başûrê xizmeta dijminê gelê Kurd dike.

Komîteya Jinan a PYD`ê bang li PDK`ê kir: Nebe alîgirê dewleta Tirk
17 hezîran, 2021   10:07
QAMIŞLO

Komîteya Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk li bajarê Qamişlo  îro têkildarî êrişên dewleta a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, hevkariya PDK`ê bi gurkirina şer her wiha girtina nûnerên PYD`ê daxuyaniyek da.

Daxuyanî li pêşiyan navenda PYD`ê ya li Qamişloyê hat dayîn û ji aliyê endamên Komîteya Jinan a PYD`ê Dilşa Şawîş û Ibtîsam Hisên ve bi zimanê kurdî û erebî ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Ji 23`ê Nîsanê ve hetanî niha êrişên dewleta Tirk a faşîst li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metîna bi dijwarî dewam dike.

Dewleta Tirk ji demeke dirêj ve ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê nuqteyê xwe li herêmê ava dike da ku ji destên kurdan derxîne û li ser vî esasî zêdeyî mehekê êrişên gerîla û Başûrê Kurdistanê dike.

Dewleta Tirk di vî şerî de hemû derfetan bi kartîne mina çekên kîmewî û êrişên hewayî li ser herêmê, gel û xwezaya Kurdistanê berdewam dike.

Dewleta Tirk a dagirker herî dawî daristanên Başûrê Kurdistanê radike û bi hemû awayan tecawiziya xaka wê dike, ev şerê ku niha tê kirin şerê tunebûna xwezaya Kurdistanê û Kurda  ye.

Ji bo xwedî derketina li xak û xwezaya Kurdistanê, pêwîst e PDK`ê nekeve ser riya îxanetê û li dijî xak û gelê xwe dernekeve û nebe alîgirê dijminê kurdan.

Em bi navê jinên Kurd ên li bajarê Qamişlo êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, xwezaya Kurdistanê û girtina nûnerên PYD şermezar dikin, ji ber ku girtina nûnerên PYD`ê li ser xaka Başûrê Kurdistanê dikeve bin xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker.

Her wiha em rêgirtina li ber şandeyên ku xizmeta doza Kurdî dikin jî şermezar dikin

Em wekî jinên Rojavayê Kurdistanê heta dawiyê berxwedan, tekoşîn û piştgiriya gerîlayan dikin û çalakiyên  wan pîroz dikin.  Her wiha bangewaziya me ji gelê me yê Başûr re heye ku li hember van êrişan xwedî helwest bin û bê deng nemînin, heta dawiyê li ser piyan bin da ku ev êriş bên rawestandin û dijmin ji xaka başûrê Kurdistanê dekeve."

(sb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RBYIBI-5Log" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>