Agir bi avahiya HDP`ê ya bajarê Îzmîrê xistin

Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Îzmîrê bi daxuyaniyekê ragihand ku kesên 'nenas' agir berdan avahiya wan a Îzmîrê.

Agir bi avahiya HDP`ê ya bajarê Îzmîrê xistin
17 hezîran, 2021   09:25
NAVENDA NÛÇEYAN 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser hesabê Twitterê daxuyanî da û diyar kir ku hin kesan avêtine ser avahiya wan a bajêr û agir berdane avahiyê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Kesekî bi çek avêt ser avahiya partiya me ya li Îzmîrê û agir berda avahiya me. Li hundirê avahiyê hevalekî me heye ku wezîfedar e. Êrişkar jî yê ku dide êrişkirin jî diyar e. Eger bûyereke neyînî biqewime wê desthilatdarî berpirsyar be."