Hêzên Rûsyayê tevî dagirkeriya Tirk li Dirbêsiyê dewreyeya 49'an meşandin

Polîsên Leşkerî ya Rûsyayê û dagirkeriya Tirk îro li gundewarên rojavayî ya navçeya Dirbêsiyê, dewreyeyeke hevbeş meşandin.

Hêzên Rûsyayê tevî dagirkeriya Tirk li Dirbêsiyê dewreyeya 49'an meşandin
17 hezîran, 2021   09:18
HESEKÊ

Dewreyeya hevbeş ji deriyê Şêrik a sînorî 13 kîlometre rojavayî Dirbêsiyê dest pê kir.

Hêzên Rûsya û hêzên dewleta Tirk a dagirker li gundên Şêrik, Dilîk, Bîrknîs, Qeyrewan, Aliye û Dehir El-Ereb geriyan û di heman rêyê re vegeriyan.

 Piştre, wesîteyên zirxî ya dewleta Tirk a dagirker derbasî Bakurê Kurdistanê bû û yên Rûsyayê jî vegeriyan baregehên xwe ya bajarê Qamişlo.

 (dm)

 ANHA 

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3NSNscLjszE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>