Komarparêz ji civîna Biden bi Pûtin re bi hêrs in

Endamên partiya komarparêz a amerîkî, bi tundî Biden rexne kir û got hevdîtina wî bi Pûtîn re ne mîna dihat xwestin bû.

Komarparêz ji civîna Biden bi Pûtin re bi hêrs in
17 hezîran, 2021   09:18
 NAVENDA NÛÇEYAN

Komarparêzê payebilind ê karûbarên derve Michael McCaul got helwesta rêveberiya Biden bi Rûsyayê re ruxmî ku gelek helwest nîşan da û tevgerên Pûtîn şermezar kir, ne cidî bû.

Her wiha di mijara provokasyonên leşkerî yên Rûsyayê yên li hemberî Ukraynayê McCaul, Biden tawanbar kir ku hesab ji Pûtîn nexwestiye.  Her wiha rêveberiya Biden rexne kir ku der barê xeta gazê ya rûsî Nord "Stream 2" rexne kir ku dê hegemoya Kremlinê li Ewropayê xurtir bike.

Komparêzan îşaret pê kir ku Kongreya Amerîkayê erk daye serokê Amerîkayê ku cezayan li Pûtin ferz bike.

Lûtkeya di navbera Biden û Pûtîn de piştî 4 saetan bi dawî bû. Her du serokan daxuyaniyeke hevbeş da û tê de niyeta xwe ya destpêkirina diyalogekê der barê ewlehiya stratejîk eşkere kir.

 (şx)