Ji ber qutbûna ava Firatê li Reqayê çandina garis kêm bûye

Berpirsê Nivîsgeha Xebitandina Stasyonên Avê ya Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê diyar kir ku komîteyê rêjeya erdên çandiniyê ji bo sebzeyên havînê kêm kiriye da ku cotkar zirarê nebînin, ji ber ku ava Firatê hatiye kêmkirin.

Ji ber qutbûna ava Firatê li Reqayê çandina garis kêm bûye
17 hezîran, 2021   08:53
REQA-XALID CÛMA

Roj bi roj li kenarên ava Firatê azara cotkaran zêdetir dibe, ji ber ku ava Firatê kêm bûye, nexasim di mewsima havînê de qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bû sedem ku cotkar hilberînên havînê yên wekî garisê zer neçînin.

Piraniya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî sereke debara xwe dispêrin çandiniyê û wekî jêdereke sereke ya rizqê wan e, her sal cotkanên van herêman garisê zer diçand, ji ber ku lêçûna wê kêm e, lê berhema wê baş e.

Lê ji ber qutkirina ava Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve, Nivîsgeha Avê ya Komîteya Çandinî û Avê ya Meclisa Sivîl a Reqayê biryar da ku rêjeya rûbera erdên çandiniyê yên havînê û nexasim çandina garisê zer kêm bike, ji ber ku pêwîstiya wê bi miqdareke mezin ji avê heye.

Têkildarî mijarê serokê Nivîsgeha Xebitandina Stasyonên Avê Şêx Nebî axivî û got: "Miqdara avê pir kêm e û têra tevahiya erdên çandiniyê yên li bajarê Reqayê û gundewarên wê nake, ji lew re me agahî da tevahiya kooperatîfên bajarê Reqayê û gundewarên wê ku li herêmê çandina garisên zer kêm bikin da ku cotkar zirarê nebînin, ji ber ku av têra pêwîstiyên hemû cotkaran nake."

Şêx Nebî got: “Her tim rêjeya erdên çandiniyê yên ji bo hilberînên havînê dihat veqetandin, bi giştî ji sedî 65 bû, ji wan ji sedî 30 ji bo pembo bû û ji sedî 35 jî ji mewsimên ku avê pir dixwazin wekî garisê zer, kuncî û zebeş. Lê me rêjeya çandina mewsimên avê pir dixwazin kêm kir ku li Reqayê û gundewarên wê ji sedî 35 me kir ji sedî 17 heta 20`an."

Şêx Nebî ev nirxandin kir: "Di saniyê de 60 metrekab avê ji ava Firatê didin erdên çandiniyê yên bajarê Reqayê û gundewarên wê, piştre zêde kirin û bû ji sedî 65 da ku av bigihêje tevahiya erdan, lê dîsa jî têra hemû erdên li Reqayê û gundewarên wê nake, ji ber ku di halê hazir de em avê bi du awayan didin, rojekê bo aliyê rojava û rojekê ji bo aliyê rojhilatê Reqa û gundewarên wê."

Şêx Nebî bi bîr xist ku li Reqayê û gundewarê wê rûbera erdan 92 hezar hektar e û beriya ku rêjeya ava Firatê kêm bibe di saniyê de 85 metrekab dihat berdan, di halê hazir de jî di saniyê de 65 metrekab av tê berdan, di encamê de ava çem û ava vexwarinê li Reqayê û gundewarên wê bi awayekî berbiçav kêm bû.

Şêx Nebî bal kişand ser hilberîna zebeş û kunciyan û got: "Pêwîstiya wan zêde bi avê tune ye, ji lew re em bang li cotkarên xwe dikin ku van hilberînan biçînin ji ber ku tenê hewcedariya wan bi avekî heye, lê hilberîna garisê zer gelek avê dixwaze û ger ku garisê zer li tevahiya erdan were çandin, dê av têrê neke."

Nebî da zanîn ku divê cotkar bi wan re alîkar bin, her wiha bikaranîna ava vexwarinê û avê haydar bin, ji ber ku di vê qonaxa hesas de pêwîstiya wan bi her dilopeke avê heye. Şêx Nebî destnîşan kir ku hin cotkar dema erdên xwe av didin, baş naşopînin û di dawiyê de av bê heyf dibe.

Di dawiyê de Şêx Nebî bang li rêxistinên mafên mirovan û dewletên cîhanê kir ku destwerdanê bikin û pirsgirêka ava Firatê çareser bikin, ji ber ku ger dewleta Tirk qutkirina ava Firatê berdewam bike, dê li herêmê bibe sedema qewimîna bobelateke jîngehî û mirovî.

 (eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yr_NoPvYk2c" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>