Li Kobanê çalakiyên mîhrîcana 1’emîn a werzîşê hatin destpêkirin

Bi dirûşmeya"Tev li cenga azadiyê bibin" îro çalakiyên mîhrîcana 1’emîn a Werzîşê ya Desteya Ciwan û Werzîşê li bajarê Kobanê dest pê kirin û dê du rojan berdewam bike. Armanca lidarxistina vê mîhrîcanê ew e ku li dijî dewleta Tirk a dagirker piştgiriya berxwedana gerîla bikin.

Li Kobanê çalakiyên mîhrîcana 1’emîn a werzîşê hatin destpêkirin
Li Kobanê çalakiyên mîhrîcana 1’emîn a werzîşê hatin destpêkirin
Li Kobanê çalakiyên mîhrîcana 1’emîn a werzîşê hatin destpêkirin
Li Kobanê çalakiyên mîhrîcana 1’emîn a werzîşê hatin destpêkirin
Li Kobanê çalakiyên mîhrîcana 1’emîn a werzîşê hatin destpêkirin
Li Kobanê çalakiyên mîhrîcana 1’emîn a werzîşê hatin destpêkirin
Li Kobanê çalakiyên mîhrîcana 1’emîn a werzîşê hatin destpêkirin
Li Kobanê çalakiyên mîhrîcana 1’emîn a werzîşê hatin destpêkirin
16 hezîran, 2021   19:22
KOBANÊ

Çalakiyên mîhrîcana Werzîşê ya ku Desteya Ciwan û Werzîşê orgenîze kir, bi dirûşmeya"Tev li cenga azadiyê bibin" li qada Şehîd Egîd a Kobanê dest pê kir.

Çalakiyên mîhrîcanê bi rêzgirtinê dest pê kirin, piştre Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê Xunav Xelîl axivî û got: "Armanca lidarxistina mîhrîcanê di demekê de ku dijmin li dijî me şerekî hovane dide meşandin, cureyeke ji çalakiyên ku israra berxwedan û piştgiriya berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriya Tirk e, her wiha piştgirî û teşwîqkirina werzîş û lîstokvanan nîşan dide."

Xunav Xelîl wiha domand: "Me çawa artêşa Tirk li Garê têk bi rem ê di şerê niha de jî têk bibin. Her wiha helwesta PD’ê ku hewl dide şerekê li dijî Kurd pêk bîne, şermezar dikin."

Paşê govenda gerîla hate gerandin, pêşbirka kişandina werîsê, pêşbirka xweavêtina bitûr, lîstika hêk û kevî , hin lîstikên ku gerîla li serê çiyê dilîzin, hatin pêşandan.

Hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê Bozan Berkel axivî û got: "Ev mîhrîcana me bi armanca piştgiriya berxwedana gerîlayên lengeng ên çiyayên Kurdistanê tê lidarxistin, her wiha hêrsa me wekî ciwanan a li dijî şerê PDK`ê nîşan dide ku destên xwe xistiye destê dewleta dagirker, li gel vê yekê piştrast dikin ku ev sekna bi dewleta dagirker re bi armanca pêkanîna armancên dijminên me ye ku hewldana derxistina provaksyonên di navbera Kurdan de dikin." 

Mîhrîcan dê du rojan dewam bike.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_nU4J3rSUN4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>