​​​​​​​Şêniyên Tebqayê bi meşekê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin

Bi sedan şêniyên Tebqayê bi meşekê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li Sûriyê û Iraqê şeremzar kirin û bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî van êrişan ji bêdengiya xwe  derkevin.

​​​​​​​Şêniyên Tebqayê bi meşekê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin
​​​​​​​Şêniyên Tebqayê bi meşekê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin
​​​​​​​Şêniyên Tebqayê bi meşekê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin
​​​​​​​Şêniyên Tebqayê bi meşekê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin
​​​​​​​Şêniyên Tebqayê bi meşekê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin
​​​​​​​Şêniyên Tebqayê bi meşekê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin
​​​​​​​Şêniyên Tebqayê bi meşekê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin
​​​​​​​Şêniyên Tebqayê bi meşekê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin
​​​​​​​Şêniyên Tebqayê bi meşekê sûcên dewleta Tirk şermezar kirin
15 hezîran, 2021   14:44
TEBQA

Meş ji pêşiya avahiya Meclisa Jinan ber bi Navenda Çand û Hunerê ve dest pê kir. Di meşê de pankartên bi nivîsên "Na ji dagirkeriya Tirk a faşîst a li ser gelên Sûriyê û Iraqê" hatin vekirin û diruşmên şermezarkirina dewleta Tirk hatin berzkirin.

Meş li ber Navenda Çand û Hunerê veguherî mîtîngê. Hevserokê Meclisa Sivîl a Tebqayê Elûş El- Xidir binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê şermezar kirin û got: "Em tevahî pêkhateyên herêmê Kurd, Ereb û Suryan siyasetên tundî û dagirkiriya dewleta Tirk red dikin û bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî van kiryarên ne mirovî şermezar dikin."

Endama Rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Nesrîn El-Mehmûd soza şopandina xeta şehîdan û domandina têkoşînê li hemberî hêzên tarî, di serî de dewleta Tirk a dagirker da.

Di mîtîngê de cîgirê serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê Mihemed El-Layîh diyar kir ku dewleta Tirk rêzê ji qanûn û tîfaqên navneteweyî re nagire û got: "Destwerdanê li kar û barên herêmên me dike, hewl dide desthilata Osmanî ya ku serdama wê bi qetilkirin û wêrankirinê tijî ye, vegerîne."

Mîtîng bi berzkirina diruşmeyên şermezarkirina dagirkeriya Tirk a li ser gelên herêmê bi dawî bû.

ANHA