Wezîrên karên derve yên ereban pirsgirêkên herêmî gotûbêj dikin

Civîna şêwiriyê ya wezîrên karên derve yên Komkara Erebî, bi nîqaşkirina geşedanên dawîn dest pê kir.

Wezîrên karên derve yên ereban pirsgirêkên herêmî gotûbêj dikin
15 hezîran, 2021   12:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Civîn di çarçoveya nîqaşkirina tiştên hevbeş û girîng ên di navbera dewletên Komkara Erebî de, li ser asta Meclisa Kokmara Erebî tê lidarxistin.

Li kêleka civîna şêwiriyê ku li Qeterê tê lidarxistin, dê civînek awarte ji bo nîqaşkirina geşedanên herî dawîn ên doza Bendava El-Nehda were lidarxistin.

Di daxuyaniyên berê de, Alîkarê Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî, Balyoz Hûsam Zekî got civîna awarte ya Meclisa Komkara Erebî li ser daxwaza Misir û Sûdanê wê were lidarxistin.

(dx)