​​​​​​​Ji Lubnanê: Êrişên li ser Başûr rawestînin, yekitiya kurdî ava bikin

Weqfa Newroz a Çanda Civakî û Kongreya Star a Lubnanê gotin, sûcên ku dewleta Tirk pêk tîne binpêkirina serweriya herêma Başûrê Kurdistanê û Iraqê ye. Her wiha banga rawestandina êrişan û avakirina yekitiya neteweyî li dijî planên qirkirinê kirin.

​​​​​​​Ji Lubnanê: Êrişên li ser Başûr rawestînin, yekitiya kurdî ava bikin
15 hezîran, 2021   14:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê, Weqfa Newroz a Çanda Civakî û Kongreya Star a Lubnanê daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi beşdarbûna bi dehan endamên Kongreya Star û Weqfeya Newroz ji aliyê Fatme Şêxmûs ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Dewleta Tirk a dagirker ji 23’yê Nîsanê ve êrişeke hovane û barbarî li dijî Başûrê Kurdistanê û Iraqê bi tevahî teknîk, artêş û alavên xwe pêk tîne. Ev sûcên li dijî Başûrê Kurdistanê ye ku ji hêla rêxistinên NY’yê û tevahî dewletan pê îtîraf kiriye. Dewleta Tirk bi rêya êrişên xwe gund û herêman ji şêniyên wê yên resen vala dike, xwezayê têk dibe, daristanan dişewitîne, baxçe û zeviyên gundiyan tune dike.

Sûcên ku dewleta Tirk pêk tîne, binpêkirina qanûnên navneteweyî, exlaqî û mirovî ye, ku di encamê de sivîl yekser tên hedefgirtin û qetilkirin.

Dîsa gefên dewleta Tirk li dijî penaberên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê hene ku ew çawa berê bi hinceta şer li dijî HPG’ê sivîlên di hundirê wargehê de qetil kirin, careke din soza bombebaran da.

Dewleta Tirk a dagirker hovanetirîn sûc û zêdegaviyên derqanûnî li dijî mirov, dar û keviran pêk tîne, ev êriş jî ji rêzeêrişên berdewam ên bi hincetên cuda yên bi armanca qirkirina nasnameya gelê Kurd in.

Keç û xortên Kurd berxwedaneke bêhempa dinivîsin û derbeên mezin didin hêz û cebilxaneya dijmin.

Em bi navê Weqf Newroz a Çanda Civakî û Kongreya Star a Lubnanê van êrişan şermezar dikin û divê tavilê ev êriş rawestin û dewleta Tirk hêzên xwe ji herêmên Başûrê Kurdistanê û Iraqê vekişîne ku li dijî mîsaq û qanûnên navneteweyî ne.

Em bi hêvî ne ku hikumeta Başûrê Kurdistanê bibe xwedî vîn û rûmet. Em îro ji duh bêtir bi hewcedariya yekitiya Kurd in ku li hember xeteriyên li dijî çar parçeyên Kurdistanê bisekinin. Em bang li NY’yê, YE’yê, rêxistinên mafên mirovan û hêzên demokrat dikin bi cidî bixebitin ku qirkirin pêk neyên û sînorek ji sûcên dewleta Tirk a dagirker re werin danîn."

(fr)

ANHA