Rêveberiya Xweser: Erdogan bi van sûcan dixwaze împratoriya osmanî vejîne

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku piştî 106 sal di ser komkujiya Sêfo derbasbûne, Erdogan bi rêya hedefgirtina hebûna xiristiyanan li Sûriyê dixwaze împratoriya osmanî vegerîne da ku komujiyên Sêfo dûbare bike.

Rêveberiya Xweser: Erdogan bi van sûcan dixwaze împratoriya osmanî vejîne
15 hezîran, 2021   09:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro bi boneya salvegera 106`an komkujiyên Sêfo ku di 15`ê Hezîranê de ji aliyê osmaniyan ve li dijî Suryaên Asûrî pêk hat de, daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Hebûna Osmanî li herêmê bi hovîtiyê hate naskirin. Ji ber ku gelek komkujî li dijî gelên herêmê pêk anîn, ji komkujiya Dêrsim bigire û heta komkujiya Beyrût, Qahîre, Kerbela, Ermen û Sêfo ku li dijî Surynên Asûr di 15`ê Hezîranê de pêk anîbû.

Îro piştî ku ev 106 sal derbas bûn, Erdogan hê jî dixwaze împratoriya osmanî vejîne. Îro para mezin bi rêya sûcên li tevahî Sûriyê û herêmê pêk tîne. Dixwaze li her deverê kirinên bapîrên xwe vejîne ji ber wê yekê tevahî herêmê dike armanc. Herêmên Xirstiyanan yên li Sûriyê dike armanc. Ev jî hewldaneke rast ji bo dûbarekirina komkujiyên Sêfo ye lê belê bi rêbazên nû û hovaîtir e.

Di demeke ku em hemû qurbanên komkujiya Sêfo û tevahî qurbanên komkujiyên ku ji aliyê dewleta Osmanî û dewleta Tirk ve pêk hatine bi bîr tînin de, em weke Rêveberiya Xweser a Bakur  û Rojhilatê Sûriyê banga aktîfkirina tedbîrên qanûnî dikin da ku hesab ji her kesê ku tevlî qirkirina gel û pêkhateyên herêmê bûne bixwazin. Ji ber ku paşguhkirina civaka navnetewyî ji van sûcan re dibe sedem ku zêdetir qurbanî werin dayîn û şêwazên qirkirinê yên bi pêş bikevin.

Em ji gelê xwe re bi hemû pêkhateyên wê ve pişterast dikin ku şêwazê parastina nasname, hebûn û berxwedana li hember hewldanên qirkirinê nexasim ji aliyê dewleta Tirk ve, hevgirtin û yekitiya têkoşînê ye. Ji ber hevgirtina di navbera pêkhateyan de şêwazê ber bi misogeriya nasnameya me ya hevbeş û parastina hebûna me ye, her wiha hevgirtin ji bo hesabxwestina ji kesên ku rêbazên qirkirinê di nava dîrokê de bikar anîne, hêzeke mezin e."

(bx)

ANHA