​​​​​​​Nûnertiya Rêveberiya Xweser û PYD li Başûr: Divê nûnerên me tavilê bên berdan  

Nûnertiya Rêveberiya Xwesera a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Nûnertiya PYD`ê li Başûrê Kurdistanê di derbarên nûnerên xwe yên ku ji aliyê hêzên PDK`ê ve hatibûn girtin de li parêzgeha Silêmaniyê daxuyaniyek da û bang li PDK`ê kir ku nûnerê wan tavilê bên berdan.

​​​​​​​Nûnertiya Rêveberiya Xweser û PYD li Başûr: Divê nûnerên me tavilê bên berdan  
15 hezîran, 2021   10:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnertiya Rêveberiya Xwesera a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Nûnertiya PYD`ê li Başûrê Kurdistanê di derbarê nûnerên xwe yên ji aiyê hêzên PDK`ê ve li Hewlêrê hatibûn girtin, daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

Daxuyanî wiha ye: 

"Di 10’ê Hezêranê de nûnerê Rêveberiya Xweser li Hewlêrê Cîhad Hesen û du endamên têkliyên partiya PYD’ê Mistefa Xelîl û Mistefa Ezîz li balafirgeha Hewlêrê dema ku mêvan pêşwazî dikirin, ji aliyê asayîşa balafirgehê ve hatin binçavkirin û radestî asayîşa giştî bûn. Ji wê rojê û heya îro, ev bûye hefteyeke tu agahî ji wan nehatiye û tu pêwendî bi wan re çê nebûye. Gihêştiye asteke wisa ku em ji jiyana wan bi goman in.

Di pêvajoyeke wisa metirsîdar û girîng de ku gelê me jiyan dike, kiryarên bi vî rengî tên wateya astengkirina xebatên dîplomatîk û siyasî. Her wiha dikevin çarçoveya hewldanên qelskirina destkeftiyên Şoreşa Rojavayê Kurdistan.

Ev kiryar bi tu awayî nakevin xizmeta yekrêziya kurdî û helwesta netewî. Berovajî wê dikevin xizmeta pilangeriya neyarên kurdan, bi taybet Dewleta Tirk a ku bi hemû rêbazan dixweze dagirkeriya xwe li ser erdnîgariya Kurdistanê fiheh bike.

Li ser vê bingehê em vê sûcê ku derheqê kesayetên me yên siyasî şermezar dikin û ji partiyê PDK’ê daxwaz dikin ku demlidest nûnerên me serbest berdin. Her wiha banga me ji hikûmeta Herêma Kurdistan, parlementoya herêmê, hemû partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistan ew e ku li beramberî vê bûyerê bêdeng nemînin. Hêvî û baweriya me ew e ku bi erk û berpirsyartiyên xwe yên niştimanî rabin."