​​​​​​​El-Mismarî: Serdana Akar a bê koordîne serweriya dewletê bin pê dike

Berdevkê Artêşa Niştîmanî General Ehmed El-Mismarî diyar kir ku derbasbûna wezîrê parastinê yê Tirkiye Hulusî Akar a bê koordîne û ji nişkêve ji Terablusê re binpêkirina serweriya dewleta Lîbyayê ye. 

​​​​​​​El-Mismarî: Serdana Akar a bê koordîne serweriya dewletê bin pê dike
15 hezîran, 2021   08:45
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Mismarî duh di kongreyeke çapemeniyê ya li Bingaziyê de got artêşa Lîbyayê ji bo aştiyê şer dike û destnîşan kir ku hilbijartin dê di dema wê ya diyar de li dar bikevin.

Her wiha El-Mismarî îdiayên ixwnan û dijberên artêşa Lîbyayê ku ew dixwaze dewletê bike hêzeke leşkerî şermezar kir û got: “Ên ku bênavber leşkerkirina dewletê red dikin, li ser mijara derbasbûna wezîrê parastinê yê Tirk bê koordîne ji welêt re çi gotin?”

El-Mismarî serdana Akar a bê koordîne bi sûc bi nav kir û wiha domand: “Dewleta Tirk hemû lîbyayî ji baregeha Miîtîq derxistin da ku hêzên wê wê baregehê têxe bin kontrol xwe, piştre jî wezîrê wê yê parastinê li baregehê bi generalên Tirk re civînan li dar dixe."

Her wiha got, di balafirgehê de kî bi Akar re bû? Gelo yek ji fermandarên El-Qaîdê pê re bû? Gelo çekên di navneteweyî de qedexekirî pê re bûn?

El-Mismarî li aliyekî din gotegotên der barê astengkirina artêşê ya lidarxistina hilbijartinan derewandin û got: “Çendîn em nêzî 24`ê Kanûnê dibin, gotegotan belav dikin ku fermandarê artêşê Xelîfa Heftar dê tev bigere yan jî artêşa Lîbyayê dê êrişî Terabulsê bike. Ji vê yekê armanc dikin ku sewqiyatên din bînin herêmê."

Heftar di dawiya kongreyê de hişyarî da ku wê li herêma başûrê rojava êrişeke terorî pêk were.

Tê bibîrxistin ku wezîrê parastinê yê Tirk Hulusî Akara şemiyê ji nîşkêve serdana Miîtîq kir. Agahiya rêveberiya balafirgehê ji vê serdanê de tune bû. Akar di serdanê de gotibû Lîbya warê Tirkan e û Tirkiye warê lîbîyan e, ev jî bi mebesta ku ew naxwazin ji welêt derkevin û çeteyan jê derxin.

(şx)