Malbatên şehîdên berxwedana Heftanînê: Li berxwedana gerîla xwedî derkevin

Malbatên şehîdên berxwedana Heftanînê hişyar da ku bi lîstokên ‎dijmin neyên xapandin û got, êriş ne tenê li ser gerîla ye, di ‎heman demê de li ser tevahî Kurdistanê ye.‎

Malbatên şehîdên berxwedana Heftanînê: Li berxwedana gerîla xwedî derkevin
14 hezîran, 2021   09:46
KOBANÊ – MEYSA EKARÎ

Dewleta Tirk a dagirker ji 23'yê Nîsanê ve êrişên qirkirin û ‎dagirkirinê li dijî Başûrê Kurdistanê pêk tîne. Ev êriş bi ‎berxwedana mezin a gerîlayan rû bi rû dimîne.‎

Li gorî çavdêran, Tirkiyê bi van êrişan hewl dide Tevgera ‎Rizgariya Kurdistanê tesfiye bike, Başûrê Kurdistanê û tevahî ‎herêmên Kurdistanê dagir bike û PDK'ê wekî amûrekî ji bo ‎pêkanîna armancên xwe bi kar tîne.‎

Bertekên gelê Kurd ên li hemberî êrişên dagirkirina Başûrê ‎Kurdistanê zêde dibin. Bi taybet malbatên gerîlayên ku di ‎berxwedana li hemberî êrişên dawî yên li ser Zap, Avaşîn û ‎Metînayê de nerazîbûn li hember van êrişan dide û banga ‎xwedîderketina li berxwedana gerîlayan dikin.‎

‎'EM BERXWEDANA GERÎLA SILAV DIKIN JI BER KU JI ‎BO AZADIYA GEL TÊ DIKOŞIN'

‎

Fethî Ehmed ku bavê şehîd Bêrîtan Kobanê ye ku di berxwedana ‎li Heftanînê de şehîd bûye got: "Em berxwedana gerîlayên li Zap, ‎Avaşîn, Heftanîn û Metînayê silav dikin, ji ber ku li hemberî ‎dijminê dagirker li ber xwe didin û ji bo rizgarkirina gelê xwe ‎xwîna xwe didin."‎

Fethî Ehmed got şehîd pêşengên gel in û wiha domand: "Em ‎şopdarên rêya wan in, em ê ala wan hildin heta ku serkeftin û ‎daxwazên wan bi cih bînin."‎‏ ‏

‎'DIVÊ HER KES XWEDÎ LI BERXWEDANA GERÎLA ‎DERKEVE'‎

Ehmed Fethî bang li tevahî malbatên şehîdan û gelê Kurd kir ku ‎xwedî li berxwedana gerîla derkevin, xeta şehîdan bişopînin, li ‎pey lîstokên dijmin nekevin û ji bo azadiya rêber Abdullah ‎Ocalan û rizgarkirina herêmên Kurdistanê ji dagirkeran tê ‎bikoşin.‎‏ ‏

Hikmet Mehmûd Sebrî yê ji gundê Qeremox e bavê gerîla Delîl ‎ê li Başûrê Kurdistanê şehîd bûye, got, divê gelê Kurd piştgiriyê ‎bide berxwedana gerîla û dakeve qadan, her wiha rê nede ku ‎fitneyên bi armanca jihevxistina kurdan çêbibin.‎

‎'ÊRIŞ NE TENÊ LI SER GERÎLA YE, DIXWAZIN KURDAN ‎QIR BIKIN'‎‏ ‏

Hikmet Mehmûd diyar kir ku dewleta Tirk wê piştî ‎tesfiyekirina Tevgera Rizgariya Kurdistanê nesekine, lê wê dor ‎bighêje tevahî herêmên Kurdistanê û got: "Ji ber ku êrişên wê ne ‎tenê li ser gerîla ne, lê belê li ser tevahî Kurdistanê ne, ferq û ‎cudahî naxe navbera kurdan, lê dixwaze gelê Kurd li ku‏ ‏deverê ‎be qir bike."‎

Mehmûd soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên ‎wan ên rizgarkirina Kurdistanê da û banga piştgiriya hêzên gerîla ‎kir.‎

‎(bb)‎‏ ‏

ANHA‏ ‏

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qLYmWAG2PCA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>