Nûrî Mehmûd: Tu têkiliya me bi êrişa li Efrînê re nîn e

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd bi peyamekê êrişa li Efrînê şermezar kir û got “Tu têkiliya me pê re nîn e, ji ber ku armancgirtina sivîlan ne ji prensîbên me ye. Ji bo rizgarkirina gelê xwe ji terora ku bi piştgiriya Tirkiyê li Sûriyê belav bûye, em şerê teror û dagirkeriyê dikin.”

Nûrî Mehmûd: Tu têkiliya me bi êrişa li Efrînê re nîn e
14 hezîran, 2021   10:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd di derbarê hedefgirtina nexweşxaneyek Efrînê li Efrîna dagirkirî daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

Berdevkê fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd der barê êrişa li ser nexweşxaneya Efrînê ya dakirkirî de peyamek da. Mehmûd destnîşan kir ku serokkomarê dewleta Tirk Erdogan yekser hêzên wan tawanbar kirine û got “Hikumeta Tirkiyê ku terorê li hundir û derve û bi taybet li Sûriyê pêk tîne, nikare tu kesên din bi terorê tawanbar bike.”

Nûrî Mehmûd di peyama xwe de wiha got: “Di 12’ê Hezîranê de nexweşxaneyeke li bajarê Efrînê rastî êrişekî hat û tê de hejmarek ji sivîlên bêguneh jiyana xwe ji dest da. Wekî her tim, serokê dewleta Tirk Erdogan rasterast û bi agahiyên derew hêzên me bi vê êrişê tawanbar kirin.

Hikumeteke wekî hikumeta Tirkiyê ku terorê li hundir û derve û bi taybet li Sûriyê pêk tîne, nikare tu kesên din bi terorê tawanbar bike. Ew nikare wek parastvanên sivîlan xwe nîşan bide di demekê de ku ew bi xwe terorê bi hemû rengên xwe li heremên dagirkirî pêk tîne û rasterast ji aliyê hikumeta Erdogan ve pêk tê.

Yekîneyên Parsatina Gel vê êrişê şermezar dike. Tu têkiliya me pê re nîn e, ji ber ku armanc girtina sivîlan ne ji prensîbên me ye û ne şêwazê têkoşîna me ye. Ev çend sal e ji bo rizgarkirina gelê xwe ji terora ku bi piştgirtiya Tirkiyê li Sûriyê belav bûye, em şerê teror û dagirkeriyê dikin. Em dubare tekez dikin ku çawa me berê têkoşîn kiriye, dê parastina sivîlan bimîne armanca me ya sereke di hemû şeran de.”