Yekitiya Êzidiyan: Xetere heye ku Başûrê Kurdistanê bibe Efrîna duyem

​​​​​​​Yekitiya Êzidiyan a Efrînê diyar kir ku ew der barê hebûna dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê de bi fikar in, her wiha hişyarî da ku Başûrê Kurdistanê bibe Efrîna duyemîn.

Yekitiya Êzidiyan: Xetere heye ku Başûrê Kurdistanê bibe Efrîna duyem
14 hezîran, 2021   08:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniyekê Yekitiya Êzidiyan behsa destkdayîna Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)  ji dagirkeriya Tirk re di êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê de, kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku careke din dîmenên xiyanetê li qadên Kurdistanê bi rêya têkiliyên PDK'ê bi dewleta Tirk re ji bo dagirkirina Kurdistanê, dubare dibin.

Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku "Laliş di xetereya xiyanet û dagirkirinê de ye" û hate gotin: "Dîroka wan der barê nirxên gelên Şengal, Efrîn û Serêkaniyê zelal e, her wiha PDK'ê di sala 2014'an dev ji Şengal û peresteha Lalişê berda."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku baweriya wan bi PDK’ê nemaye.

Di daxuyaniyê de, îşaret bi hebûna dewleta Tirk li Başûr hate kirin û wiha hate gotin: "Em bi hebûna terora Tirkiyê li Başûr bi fikar in. Her wiha, em hişyariyê didin ku Başûrê Kurdistanê bibe Efrîna duyem."

(dm)

ANHA