Çalakvanên Şandeya Aştiyê dest bi çalakiya rûniştinê kir

Şandeya Aştiyê ya Navneteweyî piştî ku li Hewlêrê kampanyaya li dijî dagirkeriyê ragihand, xwest ji otêlê derkevin, lê ji aliyê asayîşa Hewlêrê ve hatin astengkirin. Li ser vê yekê endamên şandeyê dest bi çalakiya rûniştinê kir.

Çalakvanên Şandeya Aştiyê dest bi çalakiya rûniştinê kir
14 hezîran, 2021   08:42
NAVEND NÛÇEYAN

Endamên Şandeya Aştiyê ya Navneteweyî ku li beramberî hemû astengiyan karîbûn xwe bigihînin Hewlêrê, îro li Otêla Blu Merkurî ya Hewlêrê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de kampanyaya li dijî dagirkeriyê hat îlankirin û banga tevlêbûna kampanyayê hat kirin. Endamên şandeyê diyar kir ku dê di çarçoveya kampanyayê de serdana herêmên ku dewleta Tirk dagir û wêran kirine, gundên hatine valakirin û gundiyên ku ji ber êrişan zirar dîtine, bikin û dê rapor werin amadekirin.

Piştî daxuyaniyê endamên şandeyê bi armanca şermezarkirina astengiyan, derketin ber deriyê otêlê û dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Endamên çapemeniyê xwest nêrîna şandeyê bigirin, lê hêzên asayîşê dor li rojnamevan û çalakvanan girt û bi dehfdanê ew xistin hundirê otêlê.

Çalakiya şandeyê li otêlê berdewam dike.