​​​​​​​‘Dem dema daketina qadan û sekna li dijî dagirkerî û xiyanetê ye’

Şêniyên Kobanê yên ku beşdarî meşa ‘Meşa Rûmetê’ bûne, piştrast kir ku dem dema daketina qadan û sekna li dijî dewleta Tirk e ku hewl dide Osmaniyan zindî bike û gelê Kurd tune bike.

​​​​​​​‘Dem dema daketina qadan û sekna li dijî dagirkerî û xiyanetê ye’
14 hezîran, 2021   08:26
KOBANÊ

Bi armanca piştgiriya gerîlayên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê şer dikin, şêniyên herêma Firat derketin meşê da ku êrişên dewleta Tirk şermezar bikin.

Gelek welatiyan hêrsa xwe li dijî êrişan ji ajansa me re anî ziman û bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê li hember topbaran û şewitandina malan şermezar kir.

/ar/uploads/files/2021/06/14/061235_jmah-aly.webp

Şêniyê bi navê Cuma Elî got: "Em ji bo ku piştgiriya gerîla bikin û ji dewleta Tirk a dagirker re îsbat bikin ku gerîla ne bi tenê ne lê belê bi milyonan Kurd bi wan re ne, daketin qadan û em bang li tevahî gelê Kurd dikin ku derkevin qadan û piştgiriya gerîla bikin.”

/ar/uploads/files/2021/06/14/061319_sbry-mhmwd.webp

Şêniyê bi navê Sebrî Mehmûd jî axivî û diyar kir ku  ew daketin qadan da ku li dijî provaksyonên ku dewleta Tirk a dagirker bisekinin. Mehmûd ji hikumeta Başûrê Kurdistanê re destnîşan kir ku divê ew li xwe vegere da ku zanibe ku piştgirdayîna dewleta Tirk şaş e ji ber ku ew hewldanên dewleta Tirk a tunekirina Kurdan pêk tîne.

/ar/uploads/files/2021/06/14/061340_abdllh-aly.webp

Şêniyê bi navê Ebdullah Elî jî wiha got: "Gerîla ji beriya 25 salan ve li Herêmên Paratinê yên Medyayê ne, çi hatiye guhartin ku pêşmerge dixwazin derbasî wir bibin, her tişt zelal e, ev planên dewleta dagirker a Tirk e ku hewl dide di navbera Kurdan de şer çêke û bi taybet piştî ku li wan herêman têk çû. Ebdullah bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku ji fikira pêkanîna planên dewleta Tirk a dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê vegere."

/ar/uploads/files/2021/06/14/061302_rhmh-abas.webp

Şêniya bi navê Rehme Ebas axivî û destnîşan kir ku ew ji bo piştgiriya gerîla bikin, daketin qadan ji ber ku gerîla  zarokên wan in, herr wiha Rehma anî ziman ku dewleta Tirk dixwaze împeratoriya Osmanî zindî bike, gel bindest bike û  komkujiyan li dijî Kurdan pêk bîne, lê belê Rehme piştrast kir ew êdî ne wekî berê ne û îro kesên parastina wan dikin hene û ew dê heta dawiyê piştevaniya wan bikin.”

Gelê herêma Firatê tev li meşa "Li dijî dagirkerî û xiyanetê Meşa Rûmetê" bûn da ku piştrast bikin ku ew êrişên dewleta Tirk ên ku erdnîgariya Kurdistanê dikin armanc û xurtkirina çekdarên PDK’ê yên li herêmên gerîla lê hene, red dikin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/WWBUBwUjEYk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>