Rewşenbîr û hunermend: Divê kes nekeve xefika siyaset û pîlanên dijminên me

Rewşenbîr û hunermendên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êriş û destwerdanên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û bang li rêxistinên civaka sivîl ên Başûrê Kurdistanê kir ku ji bo li darxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê bingehê ava bikin.

Rewşenbîr û hunermend: Divê kes nekeve xefika siyaset û pîlanên dijminên me
14 hezîran, 2021   08:22
QAMIŞLO

Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê, Yekitiya Nivîskarên Kurd Li Sûriyê, Yekitiya Rewşenbîran a Rojavayê Kurdistanê (HRRK), Yekitiya Hunermendan û Tevgera Çand û Hunera Demokratîk der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke hevbeş da û bang li hemû aliyan kir ku nekevin xefika siyaset û pîlanên dijminê gelê Kurd.

Daxuyanî li Baxçeyê Xwendinê ya taxa Xerbî ya Qamişloyê bi du zimanan; Kurdî û Erebî hate xwendin, a Kurdî ji aliyê Endamê Komîteya Çalakiyan a Yekîtiya Rewşenbîran a Rojavayê Kurdistanê Zîwar Şêxo ve û ya Erebî jî ji aliyê berpirsa Nivîsgeha Yekîtiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Yesmîn Meşayix ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Li hemberî rageşiya di navbera hêzên kurdistanî yên li Başûrê Kurdistanê de ku di encama destwerdana hêzên herêmî de ku dixwazin xwîna kurdî-kurdî birije, derketiye holê, em girîng dibînin ku di vê pêvajoya hesas û dîrokî de rola xwe bilîzin.

Em wek deste û yekitiyên çandî û hunerî çarerkirina pirsgirêkên di navbera gelê Kurdistanî û hêza neteweyî de bi rêbazên leşkerî red dikin û bang li hemû aliyan dikin ku hemû pirsgirêkên xwe bi rêbazên aştiyane yên ku xizmeta doza me ya adil dikin, çareser bikin.

Her wiha me hemû aliyan hişyar dikin ku nekevin xefka siyaset û pîlanên dijminê neteweya Kurdistanê yê ku hewl dide destkeftiyên gelê me yên ku bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin, têk bibe.

Em bi tundî êriş û destwerdana dewleta Tirk ji Başûrê Kurdistanê re şermezar dikin. Ev dijminê gelê Kurd dudiliyê jiyan nake li her derê êrişî Kurdan dike, her wiha em bêdengiya civakên navneteweyî û rêxitinên hiqûqî û mirovahî li hemberî rewşa heyî şermezar dikin û em bang lê dikin ku bi erk û berpirsyartiya xwe rabe û sînorekî ji êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûr, Bakur û Rojavayê Kurdistanê re deyne.

Her wiha em bang li rêxistinên civakî yên sivîl yên Başûrê Kurdistanê dikin ku li dijî derxistina fitneyên di navbera gelê Kurd de bi rola xwe rabin û ji bo avakirina bingeheke guncaw bixebitin da ku kongreyeke neteweyî ya kurdistanî were lidarxistin.”

Daxuyanî bi berzkirina sloganên "Na ji kurdkujiyê re" û "Bimire dijminê gelê Kurd û Kurdistanê" bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/CLAmV8bnNkY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>