​​​​​​​PDK`ê rê nade ku Şandeya Aşitiyê daxuyaniyê bide

Asayîşa PDK rê nade ku Şandeya Navneteweyî ya Aşitiyê li ber avahiya Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya Hewlêrê daxuyaniya çapemeniyê bide.

​​​​​​​PDK`ê rê nade ku Şandeya Aşitiyê daxuyaniyê bide
14 hezîran, 2021   06:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Navnetewî ya Aşitî û Azadiya Kurdistanê ku gelek endamên wê li Balafirgeha Hewlêrê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatin astengkirin, piştî hevdîtina xwe ya duh li Hewlêrê, îro jî xwest daxuyanî bide.

Dihat plankirin ku daxuyanî saet di 10.00’an de li ber Nûnertiya NY’ê ya Hewlêrê bê dayîn. Lê li gorî agahiyên ku endamên şandeyê dane, asayîşa Hewlêrê ji wan re gotiye ku destura daxuyaniyê nadin. Her wiha asayîşê gotiye ku dikarin heyetek ji 3 kesan pêk tê bişînin Nûnertiya NY û hevdîtinê bikin, lê destûra daxuyaniyê nadin.

Li aliyê din hat gotin ku asayîşê derdora hotêla ku endamên şandeyê lê dimînin girtiye.