Şêniyên Efrînê: Tu kes nikare girêdana me ya bi gerîla ve qut bike

Beşdarên "Meşa Rûmetê" ya li Şehbayê, xiyaeta PDK'ê şermezar kirin û got: "Girêdana me ya bi gerîlayan ve xurt e, tu kes nikare vê girêdanê qut bike."

Şêniyên Efrînê: Tu kes nikare girêdana me ya bi gerîla ve qut bike
13 hezîran, 2021   19:08
ŞEHBA-LÎNDA ŞÊX-ALAN REŞÎD

Bi hezaran şêniyên Efrîn û Şenbayê îro bi dirûşmeya "Li Dijî Dagirkerî û Xiyanetê Meşa Rûmetê" daketin qadan û helwesta xwe ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeriyê re nîşan dan. Her wiha berxwedana gerîlayên azadiyê silav kir.

Meş li aliyê Meclisa Kantona Efrînê ve li naveçeya Fafînê ya Şehbayê hate organîzekirin.

Hin şêniyên ku beşdarî meşê bûn, nêrînên xwe ji ANHA'yê re parve kirin û diyar kir ku ew ê heta dawiyê bi gerîla re bin û li dijî dagirkerî û xiyanetê xeta têkoşînê bidomînin.

/ar/uploads/files/2021/06/13/181604_slwa-shykhw-28nskh29.webp

Şêniya bi navê Selwa Şêxo got: "Madem dagirkeriya Tirk a faşîst êrişên xwe yên li ser gerîla didomîne, em ê dakevin qadan, tev li meşan bibin û piştgiriyê bidin hêzên xwe yên ku li hemberî van êrişan bi rûmetî li ber xwe bidin. Bi vê berxwedanê dê gerîla bi ser bikeve û dê têkçûna Tirkiyê li ser destên wan bin, mînaka wê jî Heftanînê ye."

Selwa Şêxo ev li gotina xwe zêde kir: "Em û gerîla girêdaneke pir xurt di navbera me de heye, ji ber ku xwediyê heq, şeref û parêzvanên tevahiya gelên li her çar parçeyên Kurdistanê ne, ji ber vê yekê em ê heta dawiyê serî hildin."

/ar/uploads/files/2021/06/13/181627_adnan-mhmd-28nskh29.webp

Li aliyekî din jî şêniyê bi navê Ednan Mihemed axivî û ev xal rêz kirin:"Îro gelê berxwedêr ên kantona Şehbayê li dijî xiyanet û dagirkeriyê tev li meşa rûmetê bûn, xiyaneta malbata Barzanî di pêvajoya dîrokê de ji gelê Kurd diyar e, nîşaneya herî mezin jî dagirkeriya Tirk a ji bajarê Efrînê re li ser destên wan pêk hat, her wiha êrişên li dijî çiyayên azad û heta bi Şengalê jî li ser destên wan pêk hat û ew bûn sedema dagirkirina wê."

Mihemed ev derbirî: "Tevahiya komkujiyên di pêvajoya demê de li dijî Kurdan pêk hat, li ser destên malbata Barazanî ya xayin bû ku niha di êrişên li dijî Zap, Metîna û Avaşînê de piştgiriya Tirkiyê dikin, ji lew re em îro daketin qadan ku nameya xwe bigihînin hikumeta Başûr, ku ew jî li dijî dagirkeriyê bisekinin û dûrî xeta xiyanetê bikevin."

/ar/uploads/files/2021/06/13/181702_naymh-hsn-28nskh29.webp

Şêniya bi navê Neîme Hesen a ji kantona Şehbayê li dijî êrişên dagirkeran û xiyanetê soza şopandina rêya têkoşînê da û go: "Em ê şopdara rêya şehîdan bin heta ku serkftin pêk were. Em gelê Kurd li ser vê xakê ne û ew ê tu kes nikaribe hebûna me têk bibe.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kPzzWzvyPwg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>