​​​​​​​Ji ber şerê li herêmên çiyayê bi sedan malbat koçber bûn

Li herêmên çiyayê Zawiyê yê gundewarê başûrê Idlibê ji ber şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de derdora 355 malbat koçber bûn.

​​​​​​​Ji ber şerê li herêmên çiyayê bi sedan malbat koçber bûn
13 hezîran, 2021   14:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) pêla koçberiyê ya ji herêmên çiyayê Zawiyê yê gundewarê başûrê Idlibê  şopand û diyar kir ku piştî şerê dawî yê li herêmê qewimî  ku di encamê de gelek sivîl bûn qurban, welatî ber bi herêmên bi ewle ve diçin.

Li herêmên çiyayê Zawiyê di hefteya derbasbûyî de ji ber gurbûna şer ku rojana ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve tê topbarankirin, derdora 355 malbatan, di nav hezar û 500 kesî koçber bûn.

Hêzên hikumetê vê sibê bajarok û gundên çiyayê Zawiyê dan ber topbaran, têkildarî ziyanên canî agahî nehatin bidestxistin.

(eh)