Endamên Şandeya Aşitiyê ku duh hatibûn Hewlêrê hatin dersînorkirin

Endamên Şandeya Aşitiyê yên ji bo pêşîlêgirtina êrişên dagirkeriya Tirk li ser Başûrê Kurdistanê ku duh ji Ewropa derbasî Hewlêrê bûbûn û li wir jî ji aliyê PDK’ê ve hatibûn girtin, hatin dersînorkirin.

Endamên Şandeya Aşitiyê ku duh hatibûn Hewlêrê hatin dersînorkirin
13 hezîran, 2021   08:20
NAVENDA NÛÇEYAN 

Endamên şandeya Aşitiyê yên xwe weke, “Aktîvîstên Aşitiyê” bi nav dikirin û di navê de siyasetmedarên Kurd, parêzvanên mafê mirovan, jîngehparêz û enternasyonalîst jî hebûn, ji sibehê ve agahî ji wan nedihate girtin.

Li gorî Rojnewsê, PDK’ê endamên şandeya aşitiyê dersînor kirine.

Tê gotin ku piştî şande bigihêje Frankfurtê, dê daxuyaniya çapemeniyê bide.