Li Tûnisê bangên hilweşandina rejîma Ixwanan

Li Tûnisê piştî pevçûnên di navbera hêzên ewlekariyê û xwepêşandaran de, îro gel banga hilweşandina rejîma Ixwanan kir.

Li Tûnisê bangên hilweşandina rejîma Ixwanan
13 hezîran, 2021   08:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwepêşandan ji ber belavbûna dîmenekî ku hêzên ewlekariyê li ciwanekî dixin û cilên wî jê dikin, her wiha kuştina ciwanekî din di rewşên ne diyar de li herêma Sîdî Hesen a girêdayî paytextê Ehwazê, derketin.

Pevçûn li herêma Sîdî Hisên û El-Sîcûmî, her wiha li kolana El-Hebîb Bû Reqîbe ya li paytexta Tûnisê çêbû. Xwepêşandêr banga istîfakirina serokê hikûmetê Hîşam El-Mişîşî, dikin.

Xwepêşandaran banga hilweşandina rejîma Ixwanan a ku destekê dide hikumeta El-Mişîşî, kirin û banga hesabxwestinê li tevgera El-Nehdayê kir. 

Li gorî toreya El-Eyn El-Exbariye ku 43 rêxistinên ji rêxisinên civaka sivîl a Tûnisê di daxuyaniyekê de got berpirsê binpêkirinên saziyên ewlekariyê serokê hikûmeta Tûnisê ye.

 (bx)