Li Kobanê meşa "Li Dijî Dagirkerî û Xiyanetê Meşa Rûmetê" dest pê kir

Beriya niha bi çend kêliyan Meşa Rûmetê ji Qada Jina Azad a bajarê Kobanê bi beşdarbûna bi hezeran şêniyên herêma Firatê dest pê kir.

Li Kobanê meşa "Li Dijî Dagirkerî û Xiyanetê Meşa Rûmetê" dest pê kir
13 hezîran, 2021   08:18
KOBANÊ

Bi hezeran şêniyên herêma Firatê li Qada Jina Azad a bajarê Kobanê kom bûn, da ku di bin dirûma " Li dijî dagirkerî û Xiyanetê Meşa Rûmetê " dest bi meşê bikin.

Tê payîn ku piştî meş di kolana Meheta û qada Aşitiyê ya li nêzî Dergeha Murşîdpinar ya li ser sînorê Bakurê Kurdistanê derbas bibe. 

Meş ji bo destekdayîna berxwedana gerîla ya li hember êrişên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê, her wiha şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û redkirina rêkirina çekdaran ji aliyê PDK`ê ve, tê lidarxistin.

Di 10`ê Hezîranê de Meşa "Li Dijî Dagirkerî û Xiyanetê Meşa Rûmetê" li Qamişlo hatibû lidarxistin û bi deh hezaran şêniyên herêma Cizîrê tev li meşê bûbûn.

(bx)

ANHA