El-Nehda aboriya Tûnisê têk bir û sûkên wê bi berhemên Tirkiyê dagirt

Li Tûnisê ji ber ku tevgera El-Nehda ya Îxwanî di deh salên dawîn de nekarî kar û barên dewletê bi rê ve bibe, rewşa aborî gelekî bi paş de çû û ji ber wê kolana Tûnisê dikele.

El-Nehda aboriya Tûnisê têk bir û sûkên wê bi berhemên Tirkiyê dagirt
13 hezîran, 2021   00:46
QAHÎRE - EMANÎ EZAM

Gelek nîşaneyên rûdana aloziyeke aborî li Tûnisê hene, bi taybet ku jêderên qûtê kêm dibin û bandora neyînî ya vîrusa koronayê ya li ser turîzmê berdewam e.

Li rex wan jî deynên Tûnisê jî zêde dibin, bêyî ku deynên din ji Sindoqa Diravî ya Navneteweyî bibe, nikare deynên berê û faîza wan bide.

Divê Tûnis îsal zêdetirî 4.5 milyar dolar deyn bide û derdora 6 milyar dolar wergire da ku budçeyê fînanse bike û kêmasiyan derbas bike.

Li gel ku odeya aborî ya Awisturyayê rezervên welêt bi 7 milyar euroyî destnîşan dike lê deynên derve gihaşt derdora 30 milyar dolarî, yanî ji sedî sed ji hilberîna herêmî ya giştî zêdetir.

Di hewldanekê de ji bo derbaskirina aloziya li welêt, Tevgera El-Nehda banga pêkanîna guhertinên bilez kir. Di wê navberê de tevgera Îxwanî bi pêkanîna aloziyan li welêt çi li ser asta ewlehî yan jî siyasî yan jî civakî yan jî aborî, tê tawanbarkirin.

ALOZIYA ABORÎ

Di vê çarçoveyê de serokê Navenda Lêkolînan û Belgekirinê ya Mixarbî ya Tûnisê Macid El-Berhûmî got: “Tevgera El-Nehda û Îtîlafa El-Keramê nûnertiya Îxwanan dikin. El-Kerama li şûna El-Nehdayê daxuyaniyan dide ku ji ber aliyên ku pê ve girêdayî ne, nikare bide. Li pêşiya wan aliyan xwe wekî ku demokrasiyê pêk tîne û rêzê ji azadiyan re digire, nîşan dide. Di rewşeke gelek bedbîn de ne piştî ku di dirêjahiya 10 salan de rewşa aborî li welêt xirab kir, ruxmî ku welatekî bi berheman û jêdaran dagirtirî wergirtin ku gelê wê ne bi haceta deynan û diyariyên derve bû çi li ser astên cotkariyê yan jî enerjî, turîzm û berhemên binerd.”

`SÛKÊN WELÊT BI BERHEMÊN TIRKIYÊ FATISANDIN Û TIRKIYÊ DEV JI WAN BERDA`

El-Berhûmî di hevpeyvîneke taybet li gel ajansa me de got Îxwanan li Tûnisê tevgera pîşesazî bi felcê xist da ku rê li pêşiya kel û pelên Tirkiyê vekin ku sûkên wê kontrol bike.

Berê Tûnisê aboriya xwe li ser jêderên cuda ava di serî de çandina zeytûnan dikir,. Li rex wê jî çêkirina tevn û cilan û turizm jî hebûn. Lê hikumeta heyî ku di bin kontrola tevgera El-Nehdayê de ye, girîngî neda hilberînên herêmî û projeyên geşepêdanê li dar nexistin ku wan jêdaran biparêze û wan bi pêş bixe. Berovajî wê girîngî da berhemên hevalbendên xwe ku ji bo anîna wan milyar dolaran dide.

El-Berhûmî diyar kir ku li gel hevalbendên herêmî yên nû, dewletên hevalbendên El-Nehdayê  dev jê berda û qebûl nekir ku pere bidin wê ji bo ku aboriya welêt rizgar bike, ji ber wê niha bi tenê maye û wiha domand: “Xuya ye ku Tirk li berjewendiyên xwe û berjewendiyên aboriya xwe ya binketî digerin. Êdî tevgerên Îxwanî li ser wê bûne bareke giran piştî ku mîna ku dixwaze di dirêjahiya salên borî de bi kar anîn.”

‘DIYALOGEKE NÎŞTIMANÎ YA NE RAST’

/kr/uploads/files/2021/06/12/195900_whatsapp-image-2021-06-11-at-11.19.02-am.webp

El-Berhûmî domand û got: “Ez zêde mezin nakim, lê eger ez bêjim ku El-Nehda noqî dibe û kesek ji derve nabîne ku wê ji vê rewşê xilas bike. Ji ber wê berê xwe da hundir û banga diyalogeke nîştimanî ya nerast kir ku xwe bi rêya wê xilas bike.”

El-Berhûm rave kir ku ew ecêb dimîne ku alîgirên Tevgera El-Nehdayê hîna fêm nekirine ku ji ber tevgera wan, dewlet li ber deriyê îflasê ye, hîna guhertinên herêmî yên nû fêm nekirine.

Li gel berdewama bandora neyînî ya vîrusa koronayê li ser turîzmê, paşdeçûna çandiniyê, pîşesaziyên û bilindbûna buhayan û kêmbûna îradeyên darîbeyê tu hêvî li pêşiya El-Nehdayê nema ji bilî ku berê xwe bide Sindoqa Diravî ya Navneteweyî  û deynekî din bibe ku pê re di dirêjahiya 10 salan de dê bibe ya çarê.

Lê heke El-Nehda wî deynî bibe, dê mecbûr bimîne ku şertên sindoqê pêk bîne jê ya herî girîng, kêmkirina mûçeyên warê hikumî, firotina parên dewletê yên saziyên warê giştî û ji nû ve sazkirina wê. Ev yek jî dê rastî redkirinê ji aliyê opozîsyonê û Yekitiya Xebitandinê ya Tûnisê ve were ku bandora wan li kolana Tunisê heye.

(şx)

ANHA