Sozdar Kurdman: Divê gel piştgiriya berxwedana gerîla bike

Sozdar Kurdman bang li hemû gelan kir ku tev li xwepêşandanên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker bibin û piştevaniya berxwedana gerîla bikin.

Sozdar Kurdman: Divê gel piştgiriya berxwedana gerîla bike
12 hezîran, 2021   08:27
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Artêşa Tirk a dagirker piştî ku 14`ê Sibata derbasbûyî li Garê têkçû, ji 23`yê Nîsana derbasbûyî ve êrişî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê dike, her wiha 5`ê vê mehê jî Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê bomebebaran kir.

Her çi qasî artêşa Tirk a dagirker li dijî gerîlayên HPG`ê çekên pêşketî bi kar tîne jî, lê li hemberî berxwedana gerîlayan bê çare dimîne. Ji ber vê yekê serî li rê û rêbazên cuda dide da ku armancên xwe yên dagirkirin û qirkirina Kurdan pêk bîne.

Li hemberî van êrişan gerîlayên YJA Star derbeyên li dagirkeran didin û îsbat kir ku jinên Kurd ên azad xwedî vîneke xurt û azad in û di xeta serkeftinê de bi israr in.

Endama Rêveber a Kongreya Star a Kantona Hesekê Sozdar Kurdman axivî û berxwedana gerîla silav kir û got: "Gerîlayên jin gavên mezin avêtin û ber bi serkeftinê ve diçin, di 'Pêngava Dem Dema Azadiyê ye' de xwedî moraleke bilind in."

Sozdar Kurdman da zanîn ku gerîlayên YJA Starê di pêvajoya şerê du mehan ên li dijî artêşa Tirk a dagirker de, ji dagirkeran re îsbat kir ku jin xwedî vîneke xurt in û tevahiya hewldanên dagirkeriyê têk birin.

Sozdar Kurdman bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî êrişên dagirkeriyê piştevaniya gerîla bikin.

Li gorî çavdêran, dagirkeriya Tirk bi desteka dewletên komploger ên ku piştevaniya armancên dagirkeriyê dikin, di planên xwe yên dagirkirî û qirkirina Kurdan de berdewam in, sûdê ji bêdengiya PDK'ê digirin da ku fitne û şerekî navxweyî di navbera Kurdan de derxin.

‘ÇI QASÎ XETA XIYANETÊ BERFIREH BIBE JÎ DÊ NEKARIN DESTKEFTIYÊN ME TÊK BIBIN’

Têkildarî vê yekê Sozdar Kurdman wiha axivî: "Heger mirov li rûpelên dîrokê vegere dê dibîne ku dîroka PDK`ê ya li dijî gelê xwe yê Kurd tijî xiyanet e û ev dikeve xizmeta dagirkeran û piştgiriyê dide armancên wan ên tunekirina Kurdan."

Sozdar Kurdman anî ziman ku çi qasî xeta îxanetê berfireh bibe jî dê bi saya berxwedana gerîla, şehîdên ku canên xwe ji bo parastinê erda xwe dane, her wiha bi saya hevgirtina tevahiya gelê Kurd û piştgiriya ji hêzên xwe re, dagirker û komploger nikarin destkeftiyên gelê Kurd têk bibin.

Sozdar Kurdman destnîşan kir  ku armanca dewleta Tirk ne tenê dagirkirina çiyayên Kurdistanê ye, di heman demê de dagirkirina tevahî Başûrê Kurdistanê heta Rojava ye, guhertina  demografiyê û tunekirina nasnameya kurdî ye.

‘DIVÊ GEL LI HEMBERÎ DAGIRKERIYÊ BISEKINE’

Sozdar Kurdman têkildarî gotina Osmaniya nû ya"Artêşa min li ku be ew der ji min re ye" axivî û got meqseda dagirker ew e ku tevahiya dewletên cîran dagir bike ye.

Sozdar bang li tevahiya gelê Kurdistanê kir ku asta komployên li dijî Kurdistanê û gelê wê nas bikin û li dijî êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk bisekinin û ev xal lê zêde kir: "Dem dema parastina şoreş û misogerkirina azadiyê ye da ku şerekî navxweyî çênebe û tevahiya planên dagirkeriyê têk bibin û ji raya giştî re eşkere bikin."

Sozdar Kurdman  bang li tevahî pêkhateyên herêmê kir  ku tev li xwepêşandanên şermezarkirina dagirkeriyê bibin, têkoşîna xwe berdewam û xurt bikin û parastina projeya demokratîk bikin. Sozdar di dawiyê de got ew ê azadiya rêber Abdullah Ocalan misoger bikin, ji ber ku li Rojhilata Navîn ev qonax qonaxa man û nemanê ye.

(eh)

ANHA