Gelek rayedarên dewleta Tirk li Lîbyayê ne

Gelek rayedarên dewleta Tirk serdana paytexta Lîbyayê Terablusê kir.

Gelek rayedarên dewleta Tirk li Lîbyayê ne
12 hezîran, 2021   09:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Sky Newsê, şandeya dewleta Tirk ji wezîrên karên derve, hundirîn, parastin, serokê istîxbaratê, serokê daîreya têkiliyên bi serokkomar re û berdevkê serokatiyê pêk dihat.

Hêjayî gotinê ye ku beriya lidarxistina lûtkeya NATO’yê di 14`ê Hezîranê de û Kongreya Berlînê di 23`yê Hezîranê de, rayedarên dewleta Tirk li Lîbyayê ne.

Dema ku nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Lîbyayê Yan Kubis hewl dide xebata siyasî li Lîbyayê bi pêş bixe, dewleta Tirk şandeya xwe şand Lîbyayê.

(dm)