Li rojhilatê gundewarê Dêrazorê ciwanek kuştî hat dîtin

Şêniyên gundê El-Behre yê rojhilatê gundewarê Dêrazorê vê sibê cenazeyê ciwanekî ku nasnameya wî ne diyar e, dît. Hat piştrastkirin ku ciwan beriya sê rojan bi amûreke tûj hatiye kuştin.

Li rojhilatê gundewarê Dêrazorê ciwanek kuştî hat dîtin
10 hezîran, 2021   12:34
DÊRAZOR

Li gorî nûçegihanê me ku agahiyên xwe dispêrê çavkaniyekî ji gund, şêniyên gund cenaze li nêzî maleke  kavil gorî dîtiye. Hêzên Ewlekariya Hundirîn cihê bûyerê girt û cenaze bir nexweşxaneyekê li nêzî herêmê.

Ji testên pêşîn ên bijîşkê şerî diyar bû ku ciwan zêdetirî 72 saetan bi amûreke tûj hatiye kuştin. Hêzên Ewlekariyê yekser lêpirsîn vekir.

Li rojhilatê gundewarê Dêrazorê tevgera şaneyên DAIŞ`ê zêde bûye ku rûspiyên herêmê û endamên saziyan û sivîlan dikin hedef.

(şx)

ANHA