Ciwanên Reqayê tev li hemleya “Dem dema azadiyê ye” bûn

Tevgera Ciwanên Şoreger a Sûriyê û Yekitiya JInên Ciwan a Reqayê ragihand ku ew tev li hemleya “Dem dema azadiyê ye” dibin û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Ciwanên Reqayê tev li hemleya “Dem dema azadiyê ye” bûn
10 hezîran, 2021   12:31
REQA

Bi dehan ciwan li Stada Beledî ya li naverasta bajêr kom bûn û tev li daxuyaniya ciwanan bûn.

Endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê Kewser El-Elî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên cîhanê hewl didin li ser hesabê gelan armancên xwe pêk bînin di nav de ya herî xetere jî projeya osmanî ye ku armanc dike bi rêya maska islamê pêkhateyan kontrol bike.

Her wiha di daxuyaniyê de, hat diyarkirin ku komkujiyên li dijî gelên Ereb, Kurd, Ermen û Suryan ji aliyê dewleta Tirk osmanî ve hîna zindî ne.

Di daxuyaniyê de îşaret bi berxwedana gerîla hat kirin ku ji bo gelên herêmê bi giştî hêvî ne.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li idjî Başûrê Kurdistanê hate şermezarkirin û hate ragihandin ku ew tev li hemleya “Dem dema azadiyê ye” dibin.

Di dauxyaniyê de bang li ciwanan hat kirin ku tev li qadên têkoşînê û berxwedanê bibin da ku stratejiya parastina rewa pêk bînin û hat piştrastkirin ku ev stratejî rêya tekane ye ji bo ku faşîzme Erdogan tune bibe û bi rêya wê piştgiriya gerîla bikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/C12b2Bxrn6Y" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>