Şêniyên Herêma Cizîrê ji bo Mîtînga mezin berê xwe didin Qamişloyê

Mîtînga bi dirûşma “Li dijî dagirkerî û xiyanetê meşa rûmetê” saet di 17.00’an de dê dest pê bike. Bi hezaran kes, ji bo ku tev li mîtîngê bibin, ji bajarên herêma Cizîrê ber bi Qamişloyê ve bi rê ketine.

Şêniyên Herêma Cizîrê ji bo Mîtînga mezin berê xwe didin Qamişloyê
Şêniyên Herêma Cizîrê ji bo Mîtînga mezin berê xwe didin Qamişloyê
Şêniyên Herêma Cizîrê ji bo Mîtînga mezin berê xwe didin Qamişloyê
Şêniyên Herêma Cizîrê ji bo Mîtînga mezin berê xwe didin Qamişloyê
10 hezîran, 2021   12:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi hezaran kes ji navçeyên Qamişlo û kantona Hesekê û navçeyên wê ji bo ku beşdarî meşa îro ya li Qamişloyê ya bi dirûşma "Li dijî dagirkerî û xiyanetê meşa rûmetê" bibin, ketin rê.

Girseya gel ku bi karwanekî bi hezaran wesayîtan ji Hesekê û navçeyên wê û her wiha navçeyên Qamişloyê bi rê ketin, dê saet derdora 16.00'an li Çerxerêya Osman Sebrî ya li despêka ketina Qamişloyê kom bibin û ber bi Stada 12'ê Adarê ve dest bi meşê bike.

Komîteya amadekar a mîtîngê bang li tevahiya gelê herêma Cizîrê kir ku beşdarî meş û mîtîngê bibin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yTsQOykRKQw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>