Gerînendeya Şûnwaran a Efrînê hedefgirtina keleha Kilotê şermezar kir

Gerînendeya Şûnwaran a herêma Efrînê hedefgirtina keleha Kilotê ya kevnar ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir ku û diyar kir ku ev keleh cih di lîsteya çanda cîhanî ya UNESCO digire ku divê were parastin.

Gerînendeya Şûnwaran a Efrînê hedefgirtina keleha Kilotê şermezar kir
10 hezîran, 2021   11:55
ŞEHBA

Bi dehan endamên gerînendetiyê, saziyên sivîl ên kantona Şehbayê li qada Kampa Berxwedan a li kantona Şehbayê kom bûn tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Endamê rêveber ê gerînendeyê Selah Sînor û Narîman Hesen daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev yek hat gotin: " Ji zêdetirî 3 salan ve, dewleta Tirk a dagirker mîrasa çandê ya herêma Efrînê wêran dike. şûnwaran û cihên dîrokî, gir û perestgehan wêran dike. Gerînendetiyê wêrankirina 55 cih û girên dîrokî û derdora 50 perestgehan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve belge kirin. Dagirkeriya Tirk mîrasa manawî ya herêmê jî diguhere, navên qad, kolan û gundên kurdî dike tirkî ku têkiliya wê bi herêmê tune ye. Bi vê yekê dixwaze demografiya wê biguherîne. Dewleta Tirk di vê asta sînordar nema lê belê bi zanabûn ji destpêka dagirkirinê ve gundên kurdî yên nedagirkirî topbaran dike da ku şêniyên wê neçar bike ku gundên xwe vala bikin. Dagirkeriya Tirk di 6-6-2021`an de gundên Soxinakê, Zerneîta, Miyase, Aqîbê, Ziyaretê, Kilotê û keleha wê ya dîrokî topbaran kir. Ev mînaka herî ber bi çav a hovîtiya dewleta Tirk e ku dijminatiya gelê herêmê û şaristaniya wê yê kevnar dike. Keleha Kilotê ji bo şêniyên herêmê û xiristiyanan cihekî pîroz e. UNESCO ji destpêka destwerdana dewleta Tirk a li dijî herêmê cihên dîrokî jê re nîşan dan, lê dewleta Tirk rêzê ji tu saziyeke navneteweyî re nagire û yekser keleha Kilotê kir hedef ku di encamê de zirarên mezin gihaştin avahiya sereke.

Li gorî pênaseya di qanûnên navneteweyî de mîna lihevkirina Lahayê ya sala 1954`an û protokolên wê yên salên 1991-1999`an û UNESCO 1970-1972`yan kiryarên dagirkeriya Tirk û komên çekdar sûcên şer in. Her wiha protokola yekemîn a lihevkirinên Cinevê ya sala 1977`an bi taybet madeya 53 ev yek piştrast dike ku kiryarên dijminane yên li dijî şûnwaran û perestgehan qedexe dike. Her wiha madeya 56 a heman lihevkirinê, hedefgirtina şûnwarên dîrokî bi armanca wêrankirinê wek sûcekê bi nav dike. Protokola duyemîn a heman lihevkirinê nexasim madeya 16 pêwîst dike ku di şeran de divê milkên çandê werin parastin. Li gel van qanûnan jî Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî gelek biryar derxistin jê biryara bi hejmar 2139`an a sala 2014`an ku bang li hemû aliyan dike ku pirrengiya civaka Sûriyê û mîrasa wê çandê were parastin û ji bo wê gavên guncew werin avêtin da ku cihên dîrokî li Sûriyê werin parastin. Biryara 2199`an a sala 2015`an jî bazirganiya parçeyên dîrokî yên Iraq û Sûriyê qedexe kir. Sala 2017`an endamên Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî biryara bi hejmar 2347 a têkildarî parastina mîrasa mirovî erê kir.

Li gel vê rewşê, paşguhkirina civaka navneteweyî, saziyên wê û Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî ya li hemberî sûcên hovane yên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê yên resen, em bang li wan dikin ku biryar, lihevkirin û qanûnên xwe aktîv bikin. Hesabê ji kesên berpirs bixwazin ji ber ku ev sûc digihêjin asta sûcên şer. Fişarê li dewleta Tirk bikin ku hêzên xwe vekişîne. Em hêvî dikin ev bangewaziya me were bihîstin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QUpyTvkDdLM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>