Li Efganistanê di encama teqînekê de 6 leşker hatin kuştin

Îro di encama teqînekê de li nêzî baregeha leşkerî ya wîlayeta Baglanê ya bakurê Efganistanê herî kêm 6 leşker hatin kuştin û zêdetirî 10 leşker jî birîndar bûn.

Li Efganistanê di encama teqînekê de 6 leşker hatin kuştin
10 hezîran, 2021   11:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî toreya El-Eyn êriş saet di 02:00`yan de rû daye. Erebeyeke bombebarkirî li nêzî baregeheke leşkerî ya li bajarê Bol El-Xemrî teqiya.

Li gorî çavkaniyan di encama teqînê de herî kêm 6 endamên hêzên ewlehiyê hatin kuştin û zêdetirî 10 kesên din jî birîndar bûn.

Heman çavkaniyan bi bîr xist ku baregeh a artêşa Efganistanê ye û gelek beşên wê ji ber teqînê wêran bûne.

Her wiha çavkaniyan diyar kir ku piştî teqînê, Talîbanê gelek mayin li ser her du aliyên rêya Baglan-Samancanê çandine û ev êriş girte ser xwe.

(şx)