Piştî aloziyê, gelo wezîrê Tirkiyê li Fransayê nîqaşa çi kir û dê çi were guhartin?

Wezîrên karên derve yên Fransa û Tirkiyê beriya çend rojan li Parîzê, piştî çend mehan ji nakokî û qutbûnê, civînek li dar xist. Di navbera Fransa û Tirkiyê de di encama krîzên li herêmê û şerê Parîsê yê li dijî tundrawiya bi piştgiriya Enqereyê de nakokî çêbûbûn. Gelo sedemên vê serdanê çi ne, çi hat nîqaşkirin û dê encam çi be?

Piştî aloziyê, gelo wezîrê Tirkiyê li Fransayê nîqaşa çi kir û dê çi were guhartin?
10 hezîran, 2021   04:06
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Li gorî daxuyaniya Wezarta Karên Derve ya Fransayê,  wezîrê karê derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian û hempîşeyê wî yê tirkî Mevlut Çavuşoglu beriya du lotkeyên NATO`yê û YE`yê li dar kevin, li hev civîn.

Wezaretê ragihand ku her du wezîran dosyayên Lîbya, Sûriyê, Rojhilata Navîn û hevkariya NATO`yê û pîvanên wê, nîqaş kirin.

Di encama rêzenakokiyên li ser aloziyên navnedewletî li Sûriyê, Lîbya û Qerebaxê de, her du dewlet hema bêje derbasî şerê sar bûn.

Piştî nakokiyên di navbera serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan û hempîşeyê wî yê FransaEmmanuel Macron de, aloziya di navbera Enqereyê û Parîsê de gurtir bû. Her wha Macron di Adarê de hişyarî li ser îhtîmala destwerdana dewleta Tirk di hilbijartinên serokatiya Frnasayê ya 2022’yan de, da.

Macron beriya niha gotibû ku pêngavên yekalî yên dewleta Tirk di qada navneteweyî de "mirina NATO’yê eşkere kir û heta ev têkilî pir kêm bûn, ew jî dema Erdogan guman bi tenduristiya Macronê kir.

Her wiha qanûna nû ya têkoşîna li dijî tundrewa îslamî ya ku hikumeta Fransayê piştî rêzeêrişan pêşkêş kir, hêrsa Erdogan bilind kir û Fransa bi dijberiya îsalê tawanbar kir.

Da ku li hember liv û tevgera delweta Tirk a li herêmê bisekinin, Fransa têkiliyên xurt bi dijberên Tirkiyê re ava kirin, jê Misir û Yewnanistan, her wiha hişt ku dewletên Ewropa zextê li Enqereyê bikin.

Ji ber van zextan û tecrîda navneteweyî ya li ser Tirkiyê, dewleta Tirk tevgerên xwe yên li hemberî dewletên herêmê û rojavayî zêtir kirin, da ku ji vê tecrîdê derkeve û dest bi diyalogên bi Misirê û dewletên Kendavê re kir.

Tevî hebûna hêzên wê yên leşkerî û çeteyên wê yên sûrî li Lîbyayê, lê dîsa jî hin kes dibêjin avakirina desthilateke nû ya li Lîbyayê tê wateya tawîzeke tirkî ku armanca wê jî sivikkirina aloziya bi Fransa û Misirê re ye.

ꞌSIVIKKIRINA ASTA ALOZIYÊꞌ

Der barê vê yekê de lêkolînerê têkiliyên navnetweyî ku li Fransayê dimîne Tairq Ziyad Wehbê wiha got: "Dihat payîn ku ev serdana çêbibe. Ew jî ji bo hevdîtina serokan di civîna NATO’yê ya Hezîranê de ku dê piştî civîna G7 li Brîtanayê li dar keve."

Wehbê ev li gotina xwe zêde kir: "Armanca sereke ew e ku asta aloziya siyasî û kesayetî ya di navbera serok Macron û hempîşeyê wî yê tirkî Erdogan de sivik bike, lê divê neyê jibîrkirin ku ev ne cara yekemîn e ku têkiliyên di navbera her du dewletan de sar dibin, lê danûstandinên nerasterast hîn jî vekirîne, di serê pêşî de hevkarariya Almanyayê ku her ji demekê ve roleke sereke di van têkiliyan de dilîze."  

Wehbê destnîşan kir ku tevî nakokiyan, lê ji ber ku Fransayê nekarî komên Ewropa bi cezayên berfireh û pir îqna bike, lê dîsa jî hin şîrketên mezin ên wekî Total, Renault û heta şîrketa neteweyî ya leşkerî ku bi dewleta Tirk re hevkarî û koordînayê dikin, topavêjan ji tank û hwd re çêdikin.

ꞌAMADEKARIYÊN LIDARXISTINA CIVÎNEKE BERFIREH TÊN KIRIN Û DÊ ERDOGAN WERE LOMAKIRINꞌ

Der barê bersiva sedemên vê serdanê û awayê bandora wê ya li ser têkiliyên her du welatan  de Wehbê wiha domand: "Ev pirs dihêle pirseke din derkeve holê ku ew jî gelo dê maseyeke sêalî yan çaralî ya amerîkî, fransî, almanî û tirkî çêbe. Da ku nakokiyan çare bikin?"

/kr/uploads/files/2021/06/09/191535_whatsapp-image-2021-06-09-at-12.32.05-pm.webp

Tariq Ziyad Wehbê wiha gotina xwe berdewam kir: "Li gorî min, serokkomarê Tirkiyê Erdogan dê were lomakirin û ew van helwestan bi kar tîne da ku li hundir bide meşandin û helwesta xwe ya neteweyî û karîna partiya xwe xurt bike. Da ku di qada neteweyî û niştimanî de rolekê bilîze û rê li pêşiya xîtabeke dijber a bi her kesên ku hewl didin destwerdana berbijêrên Tirkiyê yên hundirîn bike geş bike ku rasterast bandorê li têkiliyên derve dike."

‛DI DIYALOGAN DE ÇI HAT NÎQAŞKIRIN?’

Têkildarî nîqaşên ku di serdanê de hatin kirin, Wehbê ev xal eşkere kirin:

-Helwesta fransî ji piştgiriya Yewnanistan û Qibirsê re nexaxim ku bi helwesta YE’yê re heverng e, vê hişt ku Yewnanistan gelek balafirên Rafal bi piştgiriya Almanyayê bikire.

-Têkiliyên di navbera dewleta Tirk û Fransyê de yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet têkildarî kampa Holê û redkirina Fransayê ya vegerandina hemwelatiyên xwe ku piraniya wan jin û zarok in.

-Di aliyê hundirîn de li Fransayê, nexasim herêma Alsace ya li Strasburgê ku tevgera "Melle Gourouche" ya Tirkiye ji bo avakirina mizgeftekê plan dike û ev dihêle nîqaşek der barê heta kîjan radeyê de dê ev tevger wekî "Tevgereke bingehparêz an jî îslama radîkal" were sinifandin, vedike.

Li gorî Wehbê dê ev bibe rojeveke girîng,  ji ber ku hikumeta Tirkiyê lêçûneke mezin ji bo avakirin û amadekariyan vediqetîne, nexasim ji  bo xebitandina destkarên Tirk ku vê mizgeftê neqşe bikin. Ev yekitî li Fransayê  ji eslê 2 hezar û 600 mizgeftên li welêt 70 mizgeftan bi rê ve dibe û bi hezaran musilman lê kom dibin, her wiha ew endamekî Meclisa Îslmaî (CFCM) û serokê wê Fatih Sarikir ku bi eslê xwe Tirk e.

-Helwesta tirkî ya ji aloziya Qerebaxê û çawa Fransa dikare koordîne bike da ku li dijî hev dernekevin.

-Girêdana petrolê ku boriyên wê digihîne beravên Tirkiyê û ev jê zehmetiya rêwîtiya sehrîcên petrolê ya ber bi Kendavê ve yan jî bidestxistina gaza rûsî sivik dike.

‛GELO LI SER DOSYAYÊN NAKOKIYÊ ÇI HEYE?’

Der barê çarenûsa dosyayên binakok ên navbera her du dewletan de Wehbê ev şîrove kir: "Kesayeta her du wezîrên karên derve ji bo sivikkirina krîzê û da ku lotkeya Tirkiye-Fransa van nakokiyan çareser bike, girîng e tevî ku Tirkiye bi xurtî hewl dide asta beşdariya xwe ya herêmî wekî hêzeke guherînê bilind bike, çi li rojhilatê Deryaya Spî be,  çi jî di aloziyên herêmê de be, wekî rola wê ya li Lîbyayê û xwesteke wê wekî endamekî aktîf di komxebata gaz û petrola li rojhilatê Deryaya Spî de be."

Tariq Ziyad Wehbê diyar kir ku nêzîkatiyên misirî-tirkî û rawestandina kanalên El-Misriyê yên dijbertiya hikmê serok Sîsî dikin, ji tevahiya dewletan re heta ne tenê ji Fransayê re ya ku dixwaze rola îslama siyasî, medya û herêmî lawaz bike, faktoreke erênî ye.

Wehbê da zanîn ku gelek dosya rastteqîn in, lê bi nakok in. Ji ber her du dewlet di serê pêşî de dixwazin berjewendiyên xwe yên aboriyê aktîf bikin. Fransa li faktorekî digere ku ew jî mafên mirovan û nêzîkatiya Tirkiyê ya ji aloziyan re ye. Dewleta Tirk aliyê mirovî yê hundirîn paşguh dike, lê li derve têkildarî dosyaya Filistîn an jî parêzgeha Idlibê îdîaya parastina mafên mirovan dike.

‛FRANSA Û TIRKIYE JI HEV ÇI DIXWAZIN?’

Têkildarî bandora vê serdanê ya li ser dosyayên herêmê, Wehbê ev nirxandin kir: "Tê payîn ku diyalog were destpêkirin ku dosya werin nîqaşkirin û xebata li ser çareserkirina pirsgirêkan li gorî lihevkirina her du aliyan werin kirin."

Wehbê ev li gotina xwe zêde kir: "Dewleta Tirk dixwaze vê havînê tûrîzma Ewropayê vegere da ku di aboriya hundirîn de asta aloziya Koronayê sivik bike û Fransa jî dixwaze rewşa di navbera Biden û Erdogan de wekî xwe bimîne da ku her du alî di pey wê re peymanan mohr nekin û bibe rastiyek ku Fransa nikaribe biguhere."

‛PIŞTÎ VÊ SERDANÊ DÊ ÇI WERE GUHARTIN’?

Di dawiyê de lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Tariq Ziyad Wehbê got: "Texmîn dikim lûtkeya tirkî-firansî yan jî ewropî li dar keve. Dibe ku hin rêveberên ewropayê bixwazin serokkomarê Tirkiyê metoda xwe û rûyên siyasî yên partiya xwe biguhere, bi taybet kesên divê di aliyê siyasî de werin karbeskirin û rê li pêş nifşê nû veke ku bi wê re piran bi Ewropayê re ava bikin."

(eh)

ANHA