Rûspiyê eşîra El-Selman: Divê şêx, rûspî û şêniyên Minbicê xwe ragirin û zana bin

Rûspiyê eşîra El-Selman a li herêma Dêrazorê bang li şêx, rûspî û şêniyên Minbicê kir ku xwe ragirin, zana bin û nekevin xefka kesên hewl didin fitne û rageşiyê derxin.

Rûspiyê eşîra El-Selman: Divê şêx, rûspî û şêniyên Minbicê xwe ragirin û zana bin
10 hezîran, 2021   00:46
DÊRAZOR

Di vê dawiyê de li Minbicê xwepêşandanên têkildarî rawestandina Erka Xweparastinê û başbûna rewşa xizmetguzarî û debarê li dar ketin, lê tê de kiryarên tevliheviyê derketin û hin aliyan hewl da vê yekê derfet bigirin ku ewlehî û aramiyê derbe bikin.

Têkildarî vê yekê, rûspiyê eşîra El-Selman a Dêrazorê Selah El-Ismaîl axivî û got di xwepêşandanan de şane û îstîxbaratên dewletên herêmê destwerdan kirin, da ku xwestekên gel ên rewa li gorî xwe bi kar bînin û ewlehî û aramiya li Minbicê derbe bikin.

El-Ismaîl bang li şêx û rûspiyên Minbicê kir ku xwe ragirin û li hember komployên veşartî yên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyar bin û wiha domand: "Em bang li şêniyên Minbicê dikin ku nekevin xefka hewldanên bi armanca şikandina vîna gelan."

El-Ismaîl bang li rûspî û şêxên eşîrên Minbic û şêniyên wê kir ku hemû hêza xwe li hember dagirkeran derxin, xaka xwe ji dagirkeran rizgar bikin û bi rêveberiya xweser ya sivîl û xweser û hêzên leşkerî re hevgirtî bin, da ku parastina ewlehî û aramiya bajar û welatê xwe bikin.

El-Ismaîl wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em gelên herêmê û eşîrên xwe di yek xendekê de li hember dagirker û mêtingeran in û dê piştevaniya rêveberî û hêzên xwe bi hemûa şêweyan bikin, da ku parstina azadî, aşît û biratiya gelan bikin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/CGk0SWEvgxk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>