Komîteya Têkiliyan a Meclisa Leşkerî ya Girê Spî 2 eşîran li hev tîne

Komîteya Têkiliyan a Meclisa Leşkerî ya Girê Spî civîneke lihevanînê di navbera 2 eşîrên El-Boesaf û El-Hîb li gundê Um Beramîl ê Bakurê Reqayê de li dar xist.

Komîteya Têkiliyan a Meclisa Leşkerî ya Girê Spî 2 eşîran li hev tîne
9 hezîran, 2021   16:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Civîna lihevanînê bi beşdariya fermandarên QSD’ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, gelek şêx û rûspiyên eşîrên li Eyn Îsa û gundewarên wê û gelek şêniyên ji her du aliyan dest pê kir.

Gelek şêx û rûspiyên eşîran di civîna lihevanînê û bidawîkirina nakokiyê de axivîn û spasiya her du aliyan li ser lihevanîn, paqijbûna dilan, têkbirina nakokî û tundiyê kir.

Di dawiya civînê de, li gorî adet û merasîma lihevanînê rûspî û şêniyên her du eşîran spasiya her kesê beşdarî çareserkirina vê nakokiyê bûye, kir.

(fr)

Çavkanî: Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê