`Rojane zêdetirî 450 ton êzing ji daristanên Başûr tên birîn û li sûkan tên firotin`

Rojnamevan û hiqûqnasan diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê, sûcên şer in. Her wiha destnîşan kir ku lihevkirinek di navbera PDK’ê û dewleta Tirk de heye ku bi hezaran ton êzingên daristandên Başûr ji aliyê dewleta Tirk ve tên qutkirin.

`Rojane zêdetirî 450 ton êzing ji daristanên Başûr tên birîn û li sûkan tên firotin`
10 hezîran, 2021   02:55
NAVENDA NÛÇEYAN-ZANA DENÎZ

Dewleta Tirk bi rêya êrişên xwe vê carê ne tenê mirovan dike hedef lê komkujiyekê li dijî hawîrdor û xwezaya Başûrê Kurdistanê pêk tîne. Li gorî daneyan asta hovîtî û dijminatiya dewleta Tirk a ji bo gelê Kurd xuya dibe. Di vê raporê de rayedaran asta zirara ku gihaştiye hawîrdora Başûrê Kurdistanê bi bîr xist.

`WÊRANKIRINA BIZANABÛN A XWEZAYA KURDISTANÊ`

/kr/uploads/files/2021/06/09/192056_terife.webp

Di vî warî de Berpirsa Têkiliyan a Rêxistina Hawîrdorê ya Herêma Başûrê Kurdistanê Terîfe Ferîdon got: “Ji dehan salan ve komployên mêtingeriyê yên ji aliyê dewleta Tirk ve bi armanca dagirkirina Kurdistanê û zindîkirina împeratoriya osmanî tên kirin. Ev hewldan heta roja me ya îro berdewam e ku dewleta Tirk zêdetirî 40 baregeh li Başûrê Kurdistanê ava kirin û bi hemû cureyên çekên giran herêmê topbaran dike.”

Têkildarî armanca Tirkiye ji vê yekê Terîfe Ferîdon got: “Armanc ne tenê dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye, lê belê armanc wêrankirina binesaziya hawîrdora herêmê ye. Ev şerên ku dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê pêk tîne, ne tenê mirovan lê belê hawîrdorê dikin hedef. Çekên qedexekirî yên ku bi kar tîne ax û avê qirêj dikin. Ev yek jî dibe sedema ku hawîrdor jî qirêj bibe û gelek zindî bimirin û di encamê de jî hawîrdor wêran bibe.”

Terîfe Ferîdon gelek sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî erdnîgariya Kurdistanê bi bîr xistin û wiha domand: “Di sala 1992`yan de heta îro erdnîgariya Başûrê Kurdistanê bi balafiran tê bombebarankirin. Ji ber wan êrişan bi hezaran welatiyên Kurd û gerîla hatin şehîdxistin. Rûberên fireh ên daristandinên Başûrê Kurdistanê hatin şewitandin.”

`BI HEZARAN ÊRIŞÊN HAWAYÎ Û BEJAHÎ LI DIJÎ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ PÊK HATIN`

Terîfe Ferîdon bal kişand ser daneyên topbarana dewleta Tirk û wiha berdewam kir: “Sala 2015`an û heta dawiya 2019`an dewleta Tirk zêdetirî 698 caran Başûrê Kurdistanê bombebaran kir. 555 caran bi çekên giran topbaran kir. Sala 2020`an jî balafirên dagirkeriya Tirk zêdetirî hezar û 300 carî êriş kir û 120 caran bi çekên giran topbaran kir. Ji ber wê zêdetirî 300 gund hatin hedefgirtin.”

Her wiha Terîfe Ferîdon piştrast kir ku dewleta Tirk çekên hawin û balafirên F16 bi kar tîne ku madeyên kîmyawî tê de hene ku li ser asta navneteweyî qedexekirî ne. Terîfe Ferîdon da zanîn ku ji ber wan êrişan rûberên fireh ên keskayî şewitîn û gelek ajalên kovî, firinde mirin û gelek cureyên din jî tune bûn.

`ROJANE ZÊDETIRÎ 450 TON ÊZINGÊN DARISTANÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ TÊN QUTKIRIN Û LI SÛKAN TÊN FROTIN`

Terîfe Ferîdon detayên lihevkirina dewleta Tirk bi hikumeta Başûrê Kurdistanê re ya têkildarî avakirina kargehên qutkirina daran û şandina wan ji Tirkiye re eşkere kirin û got: “Rojane zêdetirî 450 ton êzingên daristandên Başûrê Kurdistanê tên hinartin û di nava sûkan de tên frotin.”

Terîfe Ferîdon wiha berdewam kir: “Ev sûc li Sûriye jî tê kirin. Dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 314 hezar û 400 darên zeytûnê qut kirin, zêdetirî 11 hezar hêktar zevî şewitandin. Ev dane Rêxistina Hawîrdorê ya Kurdistanê bi dest xistin.”

Her wiha Terîfe Ferîdon piştrast kir ku êrişên li dijî hawîrdorê li gorî qanûnên navneteweyî sûcên şer in û divê hesab ji sûcdaran were xwestin. Terîfe Ferîdon navaroka madeya 35’an a Iraqê bi bîr xist ku divê hawîrdor were parastin û bang li hikumeta Iraqê kir ku ji hikumet û rêxistinên navneteweyî bixwazin ku mudaxele bikin û rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk a dagirker bigirin.

Hikumeta Iraqê heta niha bê deng e. Ji ber wê dewleta Tirk fersend dît ku sûcên din pêk bîne. Berpirsa Têkiliyan a Rêxistina Hawîrdorê ya Kurdistanê Terîfe Ferîdon got: “Êriş û sûc bi erêkirina hikumeta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê pêk tên. Li gorî daneyên li jor hatine behskirin, dewleta Tirk nikare bi serê xwe bike, lê belê tenê bi erêkirina her du hikumetan dikare wê yekê bike. Ji ber wê divê hemû Kurd li hemberî sûcên dagirkeriya Tirk bibin yek.” 

`DEWLETA TIRK ARMANC DIKE KOKÊN KURDISTANÊ QUT BIKE`

/kr/uploads/files/2021/06/09/192136_bahra-abdullah.webp

Parêzer û endama rêveber a Rêxistina Hawîrdorê ya Herêma Başûrê Kurdistanê ya bajarê Silêmaniyê Bihra Abdullah Mehmûd got sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî hawîrdorê di vê astê de sînordar neman, lê belê çekên qedexekirî jî bi kar anîn û ev lê zêde kir: “Qutkirina daran bi awayekî neyênî bandor li jiyana mirovan kir. Derfetên jiyanê li vê herêmê tune kirin. Bikaranîna çekên qedexekirî jî bi awayekî neyênî bandor li av û axê kir û dê bi wê re wê jiyana mirovan û hemû zindiyan li wan herêman zehmet bike.”

Bihra Abdullah Mehmûd destnîşan kir ku sûcên dewleta Tirk sûcên plankirî ne wiha şîrove kir: “Dewleta Tirk armanc dike têkiliyên di navbera hemû beşên Kurdistanê de qut bike. Mînak li Rojavayê Kurdistanê dewleta Tirk demografiya herêman diguherîne û li şûna Kurdan Ereban bi cih dike. Bi vê yekê têkiliyên di navbera Kurdan li Rojava û yên li Bakurê Kurdistanê de qut dike. Îro jî heman sûcan pêk tîne da ku Başûrê Kurdistanê ji Bakurê Kurdistanê qut bike.”

/kr/uploads/files/2021/06/09/192112_saswar-mame.webp

Rojnameger Şaswar Mame diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi kûrahiya 40 kîlo metre li herêma Behdînanê ya Başûrê Kurdistanê belav bûye û li gorî dezgehên çapemeniyê yên fermî gelek nuqteyên xwe yên leşkerî li herêmê ava kirine. Mamê destnîşan kir ku dewleta Tirk taktîka şerê xwe guhert û vê carê xwezayê qir dike. Ev yek ji aliyê şêniyên herêmê ve hat piştrastkirin ku bûn şahidê sûcên dewleta Tirk ên li herêmê.

Mamê da xuyakirin ku dewleta Tirk îdia dike ku şerê Kurdan nake, lê belê şerê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dike û hikumeta Başûrê Kurdistanê (PDK) vê gotinê dubare dike. Ji vir diyar dibe ku hikumeta Başûrê Kurdistanê êrişên dagirkeriya Tirk rewa dike. Mamê wiha pê de çû: “Li rex wê jî hikumeta Bexdayê tu helwesteke diyar nîşan nade. Ev yek îsbat dike ku Tirkiye bi erêkirina her du hikumetan van êrişan pêk tîne.”

`ÊRIŞÊN LI DIJÎ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BI ARMANCA DAGIRKIRINÊ Û BICIHKIRINA ÇETEYÊN DAGIRKERIYA TIRK IN`

Şaswar Mame eşkere kir ku partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê di rewşeke nakok de ne û wiha domand: “Nakokiyên siyasî û aborî yên di navera Bexda û Hewlêrê de bûn sedem ku helwesteke hevbeş der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker de neyê nîşandan.”

Mamê di dawiyê de got: “Dewleta Tirk ji êrişan armanc dike herêmê dagir bike, çeteyên xwe li wan herêman bi cih bike û serxwebûna Kurdistanê têk bibe.”

(şx)

ANHA