​​​​​​​Şandeyek ji Rêveberiya Xweser bi aliyê Fransayê re dosyayên girîng nîqaş dikin

Şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Fransayê re gelek dosya û astengiyên girîng ên li beramber herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaş dikin, jê jî dosyaya krîza Sûriyê û çeteyên DAIŞ’ê û dosyaya jinûve avakirinê.

​​​​​​​Şandeyek ji Rêveberiya Xweser bi aliyê Fransayê re dosyayên girîng nîqaş dikin
​​​​​​​Şandeyek ji Rêveberiya Xweser bi aliyê Fransayê re dosyayên girîng nîqaş dikin
​​​​​​​Şandeyek ji Rêveberiya Xweser bi aliyê Fransayê re dosyayên girîng nîqaş dikin
​​​​​​​Şandeyek ji Rêveberiya Xweser bi aliyê Fransayê re dosyayên girîng nîqaş dikin
9 hezîran, 2021   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî vexwendnameya fermi ya Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Fransayê, şandeyeke ji Rêveberiya Xweser ji 7 Hezîranê ve serdana Fransayê kir û tê payîn serdan heta 11’ê vê mehê berdewam bike.

Şandeya Rêveberiya Xweser ji Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El-Ebid, Hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa, berpirsê Nivîsgeha Têkiliyên Derve ya Zanîngeha Rojava Gulistan Seydo, nûnerê Rêveberiya Xweser a li Ewropa Ebduselam Mistefa û nûnerê Rêveberiya Xweser a li Fransa Xalid Îsa pêk tê.

Komîteyê bi şandeyê re gelek civîn nîqaş kirin, jê jî dosyaya krîza Sûriyê û girtiyên DAIŞ’ê yên di girtîgehên Rêveberiya Xweser de, malbatên wan (jinên DAIŞ’ê), her wiha behsa rola dewletên Ewropa û Fransa di bidawîkirina krîza Sûriyê de hat kirin. Li gel wê jî fîlmek danasîna bajarê Reqayê ku berê bi "Paytexta Xîlafetê "dihat nasîn û piştre rizgariya wê ji çeteyên DAIŞ’ê hat pêşandan.

Duh şandeya bi nûnertiya ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêş Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Fransayê li gel şopandina çapemeniya Fransayê, axivî.

Girêdayî wê, Hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa wiha got: "Ev serdan li gorî vexwendnameya fermî pêk hat. Bi wê re me gelek hevpeyvîn û civîna bi aliyê Fransayê re li dar xist û gelek astengiyên bingehîn ên li hember Sûriyê bi giştî û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet nîqaş kirin."

Leyla Mistefa wiha gotina xwe bi dawî kir: "Me girîngî da aliyên xizmetguzarî yên di vê merheleyê de, da ku pêdiviyên şêniyên herêmê yên bingehîn pêk bînin û welat ava bikin."

(fr)

ANHA