Meclisa Leşkerî ya Reqayê salvegera 2’yemîn a damezrandina xwe pîroz kir

Bi boneya salvegera 2’yemîn a damezrandina Meclisa Leşkerî ya Reqayê ku dikeve 9’ê Hezîranê, meclisê vê êvarê şahiyek li dar xist, tê de gelek rûspiyên eşîrên herêmê, fermandarên meclisê, rewşenbîr, nûnerên ji partiyên siyasî û Nivîsgeha Têkiliyên Giştî û Nivîsgeha Erka Xweparastinê ya Reqayê amade bûn.

Meclisa Leşkerî ya Reqayê salvegera 2’yemîn a damezrandina xwe pîroz kir
Meclisa Leşkerî ya Reqayê salvegera 2’yemîn a damezrandina xwe pîroz kir
Meclisa Leşkerî ya Reqayê salvegera 2’yemîn a damezrandina xwe pîroz kir
Meclisa Leşkerî ya Reqayê salvegera 2’yemîn a damezrandina xwe pîroz kir
Meclisa Leşkerî ya Reqayê salvegera 2’yemîn a damezrandina xwe pîroz kir
Meclisa Leşkerî ya Reqayê salvegera 2’yemîn a damezrandina xwe pîroz kir
Meclisa Leşkerî ya Reqayê salvegera 2’yemîn a damezrandina xwe pîroz kir
9 hezîran, 2021   20:58
REQA

/ar/uploads/files/2021/06/09/202943_qyady-fysl-alsalm.webp

Şahiya ku li Firqeya 17’an li dar ketiye, bi toraneke leşkerî ji hêla şervanên meclisê ve dest pê kir, dûvre gelek axaftinê hatin kirin, jê jî li ser navê Meclisa Leşkerî ya Reqayê fermandar Feysel El-Salim axivî û wiha got: "Meclisê di van sê salan de hêzên xwe yên di sazî û focan de perwerde kirin, ku li hember çi êrişên li dijî destkeftiyên şoreşê û gel amade bin."

‛PROJEYA KU ME BI ŞOREŞÊ DEST PÊ KIR EM Ê BI SERKEFTINÊ BI DAWÎ BIKIN’

/kr/uploads/files/2021/06/09/205904_-.webp

Têkildarî mijarê, endamê Komîteya Têkiliyên Leşkerî ya Giştî Mihemed Tirkî El-Sewan wiha got: "Vîna gel û şêniyê wî hişt ku hêzên meclisê werin avakirin ku îro em şahiya salvegera damezrandina wê li dar dixin. Ya ku vê vînê xurt dike, gel û baweriya wê bi azadî û jiyana birûmet e. Em li ser soza xwe ji şehîd û gelê xwe re ne."

‛BAWERIYA BI HÊZÊN ME, DÊ BI XWE ŞOREŞA DEMORASIYÊ BÎNE’

/kr/uploads/files/2021/06/09/205924_-.webp

Li ser navê Hevserokatiya Meclisa Sivîl a Reqayê şêx Mihemed Nûr El-Zîb damezrandina meclisê pîroz kir û wiha axivî: " Divê em kedên zêde bidin, zana bin û xwe bispêrin felsefeya azadî û xwe rizgar bikin. Ji ber dîroka ku kesayetên ji bo şehadetê anîne, ne aciz e ku di vê serdemê de hinek din bîne ku rola wan di parastina destkeftiyên gel û parastina şoreşê girîng e. Ji ber baweriya me bi hêzên me heye."

‛DAMEZRANDINA MECLISÊ DESTPÊKEKE DÎROKÎ YE KU BERJEWENDIYÊN DIJMIN HILWEŞANDIN’

/kr/uploads/files/2021/06/09/205939_-.webp

Li ser navê Partiya Sûriya Pêşerojê ya Reqayê, endama partiyê Zelîxe Abdî diyar kir ku ev meclisê dê bibe xaleke veguherîna dîrokê ku tê de tevahî pêkhateyên herêmê bêyî cudahî hebin. Da ku şoreşa me ya ji bo azadiyê kûr bibe, divê em kedekê bidin û civakeke rasteqîn ku tê de azadî heye û meclisê wê diparêze ava bikin. Em bi hêvî ne meclisa me ji nû ve rengê Sûriyê vegerîne û jiyanê pê de berde, her wiha ji meclisê re serkeftinê di vê merheleya dijwar de dixwazim."

‛EM BI SAYA KEDÊN ŞEHÎDÊN XWE ÎRO PÎROZ DIKIN’

/kr/uploads/files/2021/06/09/205958_-.webp

Li ser navê Meclisa Qanûnsaz Mistefa Hemşo wiha got: "Em salvegera 2’yemîn a damezrandina vê meclisê ku bi saya kedên şehîdên azadiyê, şehîdên serkeftinê, pîroz dikin. Em damezrandina wê li şehîd Hevrîn Xelef, Umer Eloş û her şehîdekî/ê pîroz dikin."

/kr/uploads/files/2021/06/09/210014_-.webp

Li aliyekî din jî li ser navê Nivîsgeha Erka Xweparastinê fermandar Zêdan El-Asî wiha got: "Hêzên me îro, ew hêzên ku dê bibin berpirsê pêşxistin û parsastina civakê û dê ji têkoşîna biratiya gelan û nirxên civaka demokrat bingeh bigirin."

El-Asî wiha domand: "Piştî rizgarkirina dîrokî ku hêzên me li vê erdnîgariyê bi dest xistiye, berprisiyariya wan ew e ku xebata avakirin û têkoşînê bikin ku dê bi wê re parastina van herêman ji tevlihevî û gendeliyê bikin û zanabûna siyasî û rêxistinê bê wergirtin."

Şahî bi xelatkirina şervanên meclisê yên ku ked di parastina herêmê de dane û bi gerandina dîlanan bi dawî bû.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Dq6uKkfCDIA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>