Li gundewarê Serêkaniyê çeteyên dewleta Tirk welatiyek kuşt

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyê bi navê Ehmed El-Xezel ê ji gundê El-Mehmûdiye yê gundewarê rojavayê Serêkaniyê kuşt.

Li gundewarê Serêkaniyê çeteyên dewleta Tirk welatiyek kuşt
9 hezîran, 2021   16:37
 HESEKÊ

Li gorî çavkaniyên taybet, Ehmed El-Xezel ji gundê El-Mehmûdiye yê bajarokê Mebrûka yê rojavayê Serêkaniyê yê dagirkirî ye.

Heman çavkaniyan diyar kir ku duh bi şev El-Xezel bi guleya çeteyan hatiye kuştin. Heta niha sedemên bûyerê nayên zanîn.

Li bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî rojane sûcên hovane li dijî şêniyên resen ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve pêk tên.

(şx)

ANHA