QSD: Li Dêrazor û Hesekê serçeteyek û 7 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li dijî şaneyên DAIŞ’ê yên li Dêrazor û Hesekê operasyon pêk anîn. Di operasyonan de herî kêm 7 çete û serçeteyekî DAIŞ’ê hatin girtin.

QSD: Li Dêrazor û Hesekê serçeteyek û 7 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
9 hezîran, 2021   11:40
NAVEND NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku hêzên wan bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hujdirîn li Dêrazor û Hesekê li dijî çatayên DAIŞ’ê oprerasyon li dar xistine.

Navendê ragihand ku di operasyonan de herî kêm 7 çeteyên DAIŞ’ê û serçeyekî ku berpirsê têkiliya çeteyên DAIŞ’ê yên li herêma Dêrazorê bû, hatine girtin.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi berfirehî ev agahî dan: “Di navbera 5 û 9’ê Hezîranê de, hêzên me rêzeoperasyonên ewlekariyê li dar xistin û gelek hedefên terorîstên DAIŞ û hucreyên wan li deverên Dêrezor û Hesekê kirin armanc. Di encama wan operasyonan de hejmarek çeteyên DAIŞê ragirtin û miqdarek çek û belge desteser kirin .

/ar/uploads/files/2021/06/09/113733_f405f2f3-2d80-4da8-8e12-3ba5ff3a6bf5.webp

Bi piştgirî û çavdêriya ezmanî ya Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê, operasyon li herêma Cidêdat Egêdat li gundewarê Dêrezorê dest pê kirin ku hêzên me endamek DAIŞ’ê ku di plansazkirina êriş û çalakiyên ku ewlehî û aramiya herêmê armanc digirt çalak bû, girtin.

Hêzên me yên operasyonên taybet 4 çeteyên şaneyên DAIŞ’ê li devera El-Şihêl, li gundewarên rojhilatê Dêrezorê girtin. Hucre ji çêkirina teqemenî û mayinan berpirsiyar bû ku çek û alavên wan hatin desteserkirin.

Yekîneyên Tekoşîna li dijî Terorê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî emîrekî ewlehiyê yê rêxistina terorîst a DAIŞ’ê li gundê El-Balalya yê Mergada, li başûrê bajarê Hesekê girt. Ew berpirsyarê plankirina kuştinan û meşandina operasyonan bû ku deverên cur bi cir li Dêrezorê hedef digirtin û her wiha têkiliya bi şaneyên terorîst û emîrên wan re li herêma Dêrezorê çêdikir.

Di dema operasyona ewlehiyê de li gundewarên Dêrezorê, yekîneyên taybet ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) 2 endamên DAIŞ’ê girtin ku ji berpirsyariya nûvekirina hêmanan û asankirina karê hucreyên dixwazin bizavên ewlehiyê bişkînin, bûn.”

Navendê di dawiyê de destnîşan kir ku armanc ji operasyonann ew e ku ewlehî û aramiya domdar li herêmê dabîn bikin û şerê terora DAIŞ’ê bike ku dixwaze sivîl û hêzên ewlehî û leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike armanc.