JI destpêka 2021’an ve li Efrînê 21 sûcên kuştinê hatin belgekirin

Tora Çalakvanên Efrînê 21 sûcên kuştinê ku ji aliyê artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê ve  li dijî Kurdên li kantona Efrînê ya dagirkerî di destpêka 2021`an de hatine kirin, belge kirin. Di nav kuştiyan de zarok û jin jî hene.

JI destpêka 2021’an ve li Efrînê 21 sûcên kuştinê hatin belgekirin
9 hezîran, 2021   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rapora ku ji aliyê Tora Çalakvanên Efrînê ve hatiye amadekirin, sûcên ku ji destpêka sala 2021`an ve û heta dawiya me Gulana borî hatine kirin û kesên ku sûc li dijî wan hatine kirin, bi nav û wêneyan hatine belgekirin.

Torê di destpêka rapora xwe de got: "Zêdetirî 3 salan di ser dagirkirina bajarê Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û komên wê yên çete ve derbas bû. Dagirkeran di êrişên xwe de hemû cureyên çekên leşkerî bi kar anîn û çeteyên radîkal ji rêxistinên din wekî DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra jî anîn."

Di berdewama raporê de hate gotin: "Ji roja destpêkê ya dagirkirina Efrînê 18`ê Adara 2018`an ve û armanca yekemîn a dagirker û çeteyên wê hedefgirtina sivîlan û tunekirina Kurdan di bajêr de ye."

Di raporê de hate destnîşankirin ku pêkanîna dewleta Tirk sûcan li dijî Kurdan di kantona dagirkirî de pêk tîne da ku dev ji warê xwe berdin. Şêwazên hedefgirtinê ji kuştin, revandin, îşkencekirin, tirs û binpêkirin da ku wan neçar bikin dev ji bajarê xwe berdin û derfetê bidin malbatên çeteyan ku mal û milkên wan desteser bikin.

Torê piştrast kir ku hejmarên hatine belgekirin teahiya sûcên dewleta Tirk eşkere nakin, ji ber kuli Efrînê derfetê nadin dezgehên çapemeniyê ku rastiyê eşkere bikin.

(bx)

ANHA