SOHR: Di encama êrişên Îsraîlê de 11 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Li gorî SOHR'ê di encama derbeyên Îsraîlê yên li dijî axa Sûriyê de, 11 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.

SOHR: Di encama êrişên Îsraîlê de 11 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
9 hezîran, 2021   12:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di encama êrişên Îsraîlê yên duh ên li dijî gundewarên Humsê de, 11 leşkerên hêzên hikumeta Şamê û Dîfaa El-Wetenî hatin kuştin ku di nav de efserek jî heye.

Her wiha Îsraîlê cebilxaneya Hizbullaha Lubnanê li başûrê Humsê kir hedef. Tê gotin rewşa hin birîndaran giran e, her wiha agahî hene ku gelek kuştî jî hene.

SOHR'ê di seatên sibehê de destnîşan kir ku di encama derbeyên Îsraîlê yên li dijî baregehên leşkerî yên girêdayî parastina hewayî li başûrê gundê Xirbet El-Tîne yê gundewarên Humsê de 8 leşkerên hêzên hikumeta Şamê û Dîfaa El-Wetenî hatine kuştin.

(dm)